KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
Welatiyê bi navê Mûstafa Taşdemîr ê 73 salî jî di nav de ji kesên li Bazîdê hatine destgîkirin 3 jê hatin girtin. -
Artêşa Tirk têk diçe: 80 cenazeyên leşkeran anîn Geverê
Êrîşên dagikeriyê yên dewleta Tirk a dagiker bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin didome. Hat zanîn ku heta niha 80 cenazeyên leşkeran anîne Geverê û ji vir jî şandine Enqereyê. -
HPG: 19 dagirker hatin cezakirin derb li 6 helîkopteran hate xistin - HATE NÛKIRIN
HPG’ê diyar kir ku çalakiyên tîmên gerîla yên profesyonel didome û got “Di çalakiyên hêzên me de, 19 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, derb li 6 helîkopteran hate xistin û dronek hate xistin.” -
TAJÊ: Bi fermana dewleta Tirk êrişî Şengalê dikin
TAJÊ ragihand ku Iraq bi fermana PDK û dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û got, "Destketiyên me yên li Şengalê xeta me ya sor e. Em ê xwe biparêzin." -
Malbata Şenyaşar: Dewlet li komkujiyê mikur hat
Malbata Şenyaşar got, "Dewletê jî qebûl kir ku komkujiyeke organîze hatiye kirin." -
HPG'ê bîlançoya hefteyekê ya şer eşkere kir: 218 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şerê navbera 17'ê Nîsanê û 24'ê Nîsanê eşkere kir. Li gorî vê yekê gerîlayan 152 çalakî kirin û 218 dagirker ceza kirin. Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran xwar, careke din sûcê şer kir û çekên kîmyewî bi kar anî. -
Karataş: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karataş got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
Avesta: Jin û ciwanên Kurdistanê divê li her qadê bikevin nava liv û tevgerê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "Jin û ciwanên Kurdistanê, bi têgihiştina ku her der Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, Zap e, li her derê bikevin nava liv û tevgerê." -
PKK: Li qadên 1'ê Gulanê em li ber dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê rabin
Komîteya Rêveber a PKK'ê bang kir ku bi berxwedana seferberiya topyekûn têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê mezin bikin, 1'ê Gulanê bikin asteke nû ya azadiyê, li ser vê bingehê qadên 1'ê Gulanê dagirin û li ber faşîzma AKP-MHP'ê rabin. -
Banga Şengaliyên li kampan: Ji bo jiyaneke bi rûmet li warê xwe vegerin
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço qala zehmetî û zordariya li kampan kir û ji bo jiyaneke bi rûmet bang li Şengaliyên li kampan kir: "Hebûna we ya li wan kampan zerareke mezin dide we, baweriya we û Şengalê. Êdî li xaka xwe vegerin." -
Li Silêmanî bi sedan kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan-HAT NÛKIRIN
Bi sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengiya jinan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daketin qadan. -
HPG: Dagirkeran li hemberî gerîla gaza jehrî bi kar anî
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG‘ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên gerîlayan derbên giran xwarine, li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê gazên jehrî bi kar anîne. -
Şehîdên Qeledizê hatin bîranîn
Tevgera Azadî bi boneya 48’emîn salvegera bombebarana Qeledizê serdana Abîdeya Şehîdên Qeledizê kir û şehîdên bombebaranê bîranîn. -
Êrişên dagirkeriyê li Kelarê hat protestokirin
Li Kelarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin û hate gotin ku divê hemû aliyên siyasî li dijî êrişên dagirkeriyê eniyeke hevbeş ava bikin û bibin yek. -
Yekîneya Tolhildanê çalakiya li ser baregeha dewleta Tirk a li Şêladizê girt ser xwe
'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar' berpirsyariya çalakiya 22'ê Nîsanê ya li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, girt ser xwe. -
MXDŞ: Em ne alîgirê şer e, lê ji bo parastina destketiyên xwe em ê li ber xwe bidin
MXDŞ'ê têkildarî êrişên li ser Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dixwazin hurmet ji mafê wan ê civakî re bê nîşandan û destnîşan kir ku ew ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne. MXDŞ'ê biryardariya ji bo berxwedanê jî destnîşan kir. -
Gerîla Hawar Şengal: Hevgirtina gelan wê planên li ser Şengalê têk bibe
Gerîla Yûsif Taher bi nasnav Hawar Şengal ku ji navçeya El Baac a parêzgeha Mûsilê ye, bal kişand ser girîngiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo biratiya gelan û destnîşan kir ku bi vî fikrî ew tevlî nava refên têkoşînê bûye. -
Aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
102 aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin, li Avaşînê gerîlayek şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Avaşînê jî gerîla Hazim Elî El Nofel şehîd bû. -
Dîmenê destpêkê yê tîmên gerîla yên bi tevger ku diçin çalakiyê
Tîmên gerîla yên bi tevger ên li Zapê ku diçin çalakiyê, dîmenê wan hate kişandin. Gerîla dibêjin, "Em diçin çalakiyê, em ê encameke baş bi dest bixin. Em ê dijmin têk bibin." -
Rojnamevan Xidir: PDK êrişa dagirkeriyê fînanse dike
Salah Xidir diyar kir, ku PDK di êrişên dagirkeriyê de yên li dijî Zap û Avaşînê bi Tirkiyeyê re tevdigere û got: "PDK’ê tevahiya aboriya Başûrê xistiye xizmeta şerê li dijî Kurdan. Pereyê her guleyeke ku li Kurdan tê xistin, ji petrola Başûr tê girtin." -
Fermana 73'an û jinûve avabûna Şengalê -IV
Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan fermana 73'an a li ser Êzidxanê têk bir. Li Şengalê jî bi rêxistiniya xweser bersiva herî mezin ji fermanê û xiyanetê re hate dayin. -
Hêzil Ozgur: Dem dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser bikevin û got, "Dem dena çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye." -
Artêşa dagirker ji xeta Amediyê û Dêralokê êrîş dike
Helîkopterên artêşa dagirker a Tirkiyeyê, ji xeta Amediye û Dêraloka ya di bin kontrola PDK’ê de ye, êrîşan dibe bi ser Kurojahroyê de. Gerîla bi çekên giran bersiv dide. Şer berdewam in. -
Ciwanên Şêladizêyî: Em ê bêdeng nebin
Civata Ciwanên Herêma Şêladizê derbarê êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku ewê li hemberî wan êrişan û bêdengiya hikumeta herêmê bê helwest nemînin.