Nobeta malbata Şenyaşar di cejnê de jî didome

Malbata Şenyaşar di cejnê de jî nobeda xwe domandin û got “Heta ku edalet pêk were, em ê li ber avahiya edliyeyê bin.”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kirin. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Ferît Şenyaşar bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja pêşîn a Cejna Remezanê de jî didome.

Ferît Şenyaşar diyar kir ew di meha Remezanê de jî li ber edliyeyê ne û got “Di roja pêşîn a Cejna Remezanê de jî em li ber edliyeyê ne û em têkoşîna xwe didomînin. Qaşo doza me tê darizandin lê hikumet û serokkomar li gorî gotinên parlementerên xwe diçin û malbata me didarizînin. Em ê têkoşîna xwe ya heq, hiqûq û edaletê bidomînin. Li vir 4 malbat mexdûr bûne. Neviyên sêwî yên malbatê jî li ber edliyeyê ne.”

Emîne Şenyaşar diyar kir ew li bendê bû vê cejnê kurê were berdan û got “Her kes dizane ku sûcê kurê min tune. Bila kurê min berdin. Ez ji bo hemû kesan edaletê dixwazim. Heta ku edalet were ez ê li vir bim.”

Malbatê piştre cejna kesên hatibûn serdana wan pîroz kir.