KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silêmaniyê û navçeyên wê êrîşên dagirkirinê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Zap, Metîn û Avaşînê li navenda Silêmaniyê û navçeyên wê Çemçemal û Derbendîxanê hatin protestokirin. -
Başaran: Heta hemû kiryar bên darizandin wê têkoşîn bidome
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi malbata Şenyaşar ên ku salek e li Rihayê têkoşîna edaletê didin, di Sifreya Edaletê de hatin ba hev. Başaran destnîşan kir ku heta hemû kiryar bên darizandin wê têkoşîn bidome. -
HPG: Li Werxelê di çalakiya gerîlayên YJA-Starê de 8 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên YJA-Starê li dijî komeke girêdayî artêşa Tirk a li Werxelê ya Avaşînê çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. -
Çalakiyên gerîla didome: 20 dagirker hatin cezakirin, çeperek û dronek hate îmhakirin -NÛ BÛ
Çalakiyên gerîlayên azadiyê bênavber didome. Di çalakiyan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek û dronek hate îmhakirin. -
Li Silopiyayê bi hezaran ber bi sînor ve dimeşin!-NÛ BÛ
Bi hezaran kesên li Silopiyayê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên AKP-PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi sînor ve dimeşin. -
Bûldan: Li hemberî zext û zordariyê li girtîgehan bêdeng nemînin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Amedê tevlî Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan bû û bang li raya giştî kir ku li hemberî zilma li girtîgehan bêdeng nemîne. -
Malbata Şenyaşar wê di cejnê de jî nobedê bigire
Emîne Şenyaşar got, "Em ê cejnê jî li vir bin. Heta ku kurê min bê berdan ez ê ji ber avahiya edliyeyê neçim. Êvarê jî ez ê neçim malê." -
Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê: Li dijî dagirkerî û êrişan em bi gerîlayên azadiyê re ne
Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan gerîlayan û gotin, “Em ê heta dawî li ser rêça zarokên xwe têkoşînê bilind bikin.” -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn ku li Bestayê şehîd bû, li Êlihê hate veşartin. -
Dûran Kalkan: Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê li Zapê hilweşe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala wate û armancên êrişa 17'ê Nîsanê kir û got, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê li Zapê hilweşe. Kalkan bang li her kesî kir ku li dijî faşîzmê çalakiyan bikin. -
Ciwanên Kerkûkê: Piştgiriyê bidin berxwedana gerîla
Ciwanên Kerkûkê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, "PDK û hikûmeta Iraqê li dijî gelê Kurd di vê komploya dewleta Tirk de cih digirin." -
Berdevka HDP’ê Gunay: Divê em li ber polîtîkayên dagirkeriyê rabin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Dêrikê di bernameya fitarê de axivî û anî ziman ku êrîşên dagirkirinê rê li ber qirkirina Kurdan vedike û got ku divê em bibin yek û li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê rabin. -
‘Li gorî destûra Iraqê hevkariya artêşa Tirkiyê kirin xiyaneta niştîmanî ye’
Li bajarê Kerkûkê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, bi dirûşmeya “Li dijî xeta dagirkerî û xiyanetê em Kurdistanê biparêzin” çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. -
Li Hewlêrê êrîşên dagikirinê hate protestokirin
Li Hewlêrê bi çalakiyekê êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de banga derxistina artêşa Tirk ji axa Kurdistanê hat kirin. -
Bi sedan rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
415 mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstên ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Gerîlayên YJA Starê: Em ê ti carî rê nedin dagirkeriyê
Gerîlayên YJA Starê gotin, "Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê ti carî rê nedin dagirkeriyê. Ji 7 heta 70 salî divê her kes li qadan bin. Jin û ciwanên Kurd divê tevlî nava refên gerîla bibin." -
HPG: Şehîd nûnerên xeta fedaî ne
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîdên Zapê eşkere kir û got “Hevalên me nûnerên xeta fedaî ne. Wan nîşanî hemû dinyayê dane ku wê berxwedana me bi serfiraziyê tacîdar bibe.” -
Gerîlaya HBDH'ê Yeşîlgoz: Divê em agirê berxwedanê li bajarên Tirkiyeyê geş bikin!
Gerîlaya HBDH'ê Îmera Fera Yeşîlgoz got, "Weke gelên Tirkiyeyê û şoreşgerên Tirkiyeyî, agirê berxwedanê yê ku li çiyayên Kurdistanê li Zap û Avaşînê hatiye dadan, divê em li bajarên Tirkiyeyê li Îzmîr, Enqere û Mersînê geş bikin." -
Ciwanên Şengalê xwedî li berxwedana gerîla derketin
Ciwanên Şengalê gotin, "Gerîla di roja herî tarî de bi hawara me ve hatin û em ji fermanê rizgar kirin. Ji me çi bê xwestin em ê jî wê bikin." -
'Destana Zapê wê dubare bibe'
Gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin dibêjin, "Çawa ku sala 2008'an li Zapê, 2021'ê jî li garê têk çûn, heman destan wê îro jî dubare bibe. Li gel rê û rêbazên xwe yên qirêj jî wê nikaribin li ber berxwedana gerîla bisekinin." -
Kalkan: PKK bi 1'ê Gulanê mezin bû
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PKK tevgereke azadiyê ya civakî û neteweyî ye û got, "PKK her carê 1'ê Gulanê weke roja nirxandineke nû û geşkirina têkoşînê pênase kiriye. Vê yekê jî xizmeteke mezin li pêşketina PKK'ê kiriye." -
Qesra Kurdan: Kayme
Qesra Kayme ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hîn jî bi heybeta xwe balê dikişîne ser xwe. -
Hêlîn Umît: Divê her kes bi erka xwe rabe
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Êrişên îmhayê yên li her devera Kurdistanê ji bo teslîmgirtina Kurdan e. Hebûna mêtingeriyê hinceta serhildanê ye. Hezkirina welat bi parastinê dibe. Divê her kes bi erka xwe rabe." -
Malbatên gerîlayan: Em bi zarokên xwe re amadene şer bikin
Malbatên gerîlayan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî diyar kirin ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk û PDK’ê ew amadene ku li kêleka zarokên xwe şer bikin. -
Artêşa Iraqê bi tank û obusan ket navenda Şengalê
Artêşa Iraqê bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan ketin navenda bajarê Şengalê.