Li Mexmûrê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’ê Gulanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di şahiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê hate silavkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’ê Gulanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî li qada Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hatin xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

 Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîranî axivî. Pîranî, 1’ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayan û tevahî karkerên wargehê pîroz kir û wiha got: “Wê dagirkerî û xiyanet bi destê karkeran têk biçe û em ê bi ruhê berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna serbikevin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser 1’ê Gulanê hat pêşandan û piştre stran hatin gotin û şano hatin lîstin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.