Bor: Hêja bû ku di oxira wê de 28 salan razam

Fuat Bor ku piştî 28 salan hat berdan wiha got: “Ji bo jiyanek azad û siberojê bû. Bi qasî êş û zehmetiyên xwe, serbilindî û rûmetê li ser piyan hişt. Piştî 28 salan dema ku ez lê dinêrim, ez dibêjim, kêmasiyên me çêbû jî hêja bû ku razam.”

Fuat Bor got, “Pêvajoya ku em tê re derbas dibin dijware, taybet û bêhempa ye, lê li ber bi dawîbûnê ye. Bi qasî bendewariya me ji hêviyê derfetên me jî hene. Bi baweriya min ev pêvajoya dijwar wê bi azadî û demokrasiyê bi encam bibe."

Fuat Bor di 22 saliya xwe de sala 1994’an hat girtin. Bor ku 14 salan darizandina wî dewam kir, ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) û piştre jî ji aliyê Dadgehên Cezayên Giran ve hat darizandin û cezayê muebetê lê hat birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji ber ku îfadeyên wan bêyî parêzerên wan hatin girtin biryara binpêkirina mafan dan. Di encama dubarekirina dozê de tevî 3 hevalên xwe di 6'ê Nîsanê de hate berdan.

Bor ku 28 salan dîlgirtî ma, ji ANF'ê re axivî.

28 SALÊN KU LI GIRTÎGEHÊ DERBAS BÛN

Bor anî ziman ku pêvajoya ji destgîrkirinê heta mehkûmkirinê, ji vir heta ji nû ve darizandinê û berdana dawî, asta daraz û dadgeriyê ya li Tirkiyeyê derdixe holê. Bor bal kişand ser zehmetiya 28 sal ên di girtîgehê de û wiha got, “Di vê dema dirêj de gelek tişt qewimîn. Me asta derve ya têkoşînê di qadên cuda de dît û şahidî kir û her tim bi ruhê tevlîbûnê nêzî bûyeran bûn. Me hîs kir ku em nikarin bi têrkerî bersivê bidin pêvajoyan, lê çav, guh û dilê me her tim bi derve re bû.”

'HÊJAYÎ WÊ YEKÊ BÛ KU EM RAKETIN'

Bor diyar kir ku dema ew li paş 28 salan dinêre, ew dibêje ku ew netemam û ne têr bûn û wiha dewam kir: “Hêjayî wê yekê bû ku em raketin. Jiyana li girtîgehên ku dorpêç di asta herî jor de ye, tijî zehmetî, alozî û qedexeyan e. Jiyana li girtîgehan bi awayekî felc dibe. Yek ji cihên ku herî zêde sîstem lê rehet e girtîgeh in. Rastiyek heye ku bi nêzîkatiyek ku çi bixwaze dikare bike, tu rêgez û tedbîran nahesibîne û li gorî ku bixwaze tevdigere. Jiyana li girtîgehan xwedî taybetmendiyek e ku dema mirov bi hişmendiyeke mezin, bi îradeyek mezin û bi sebir tevnegerin, mirovan tune dike û winda dike.” 

Bor anî ziman ku derketina wî pir bi pirsgirêk bû û wiha got: “Ji min re gotin ku 2’ê Adarê saet 21:00’an de derçûna min hatiye. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê der barê min de biryara 'nebaşiyê' da ez nehatim berdan. Ez 35 rojan di hucreya yek kesî de mam û piştî mehekê bersiva serlêdana min a ji bo cezakirina min hat dayîn. Ez di 6’ê Nîsanê de hatim berdan.”

BAWERÎ Û HÊVIYA MIN XURT E

Bor destnîşan kir ku ji bo nirxandina jiyan û guhertinên li derve hêj zû ye û wiha pê de çû: "Her tişt gelek guherî, mîna ku ez hatim bajarekî bi tevahî cûda. Taxa ku ez lê bûm hatiye guhertin, divê ez hewl bidim ku ji nû ve nas bikim. Nîşaneke din jî ev e; ku teknolojî ketiye navenda jiyanê. Jiyan û têkilî hema hema bi tevahî li ser teknîkê ne. Dema ku ez li girtî bûm, min gelek kesên ku min nas dikirin, di nav de dê û bavê xwe jî winda kir. Piraniyek girîng a nifşa pîr ne sax e. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin dijware, bi taybetî û bêhempa ye. Ev pêvajo li ber qedandinê ye. Ez wisa difikirim ku di paşerojeke nêzîk de wê li gorî hêvî û bendewariyên me pêş bikeve. Derfetên me û hêviyên me jî hene. Di vî warî de ez di wê baweriyê de me ku pêvajoya dijwar a ku em tê de ne, wê bi azadî û demokrasiyê bi encam bibe."