Tevgera Azadî bi wesîleya Cejna Remezanê serdana Goristana Şehîdan kir

Tevgera Azadî ya Herêma Silêmanî weke her sal bi boneya Cejna Remezanê, îsal jî beriya her tiştî çû serdana gorên Şehîdan û soza têkoşînê û girêdaniya xwe bi wan re dûbare kirin.

Endam û rêveberên Tevgera Azadî Komelgay Kurdistan (Tevgera Azadî) ya Herêma Silêmaniyê, malbat û xizmên şehîdan bi minasebeta Cejna Remezanê çûn Goristana Şehîdan û ceja wan pîroz kirin. Di merasîma ku li wir hat lidarxistin de endamên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê jî amade bûn.

Yên di merasîmê de amade bûn li rex gora şehîd Rêdûr (Ebas Îbrahîm) ku sala derbasbûyî bi destê dewleta Tirk û nokerên wê şehîd bûbû sekinîn, li wir bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axaftinek kir û got; “Ji bo me mîrateyeke ku destpêkê em serdana şehîdên xwe bikin û soz û peyama xwe ya têkoşînê nû bikin.”

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DIVÊ GEL DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BE

Di heman demê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla û Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên jî di merasîmê de amade bûn. Tara Hisên li ser navê komê axifî. Tara Hisên di destpêkê de di şexsê şehîd Rêdûr de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anîn, piştre bal kişande ser têkoşîna gerîla ya niha li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk birêve dibe û got, “Gerîla êrişên wê dawiyê yên dewleta Tirk bi binxist, lê ev yek nayê wê wateyê ku dagirkerî bi dawî bûye. Divê gelê me bi domdarî di nava têkoşînê de be da ku em bi temamî dewleta Tirk a dagirker têk dibin.”

Di berdewamiya merasîmê de endamên Tevgera Azadiyê çûn serdana mala şehîd Soran Mame Heme.