Peyama 1'ê Gulanê ya li Wanê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li Wanê di mîtînga 1'ê Gulanê de axivî û got, "Rêya avakirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji Îmraliyê derbas dibe" û destnîşan kir ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.

Li Wanê, mîtînga 1'ê Gulanê bi coşeke mezin dewam dike. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Şenol Koksal û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li mîtîngê axivîn.

Şenol Koksal got, "Em ê bi hevgirtinê cîhaneke demokratîk û laîk ava bikin. Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd em pergaleke welê dixwazin ku li şûna girtîgehan dibistan bêna avakirin, dawî li tundî û destdirêjiya li jinê bê anîn. Em ê bi hevgirtinê vê sîstemê biguherînin. Hêza me heye ku vî welatî ji nû ve ava bikin."

'SEDEMA XIZANIYÊ PERGALA TALANÊ YE'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku ew li ber pergala mêtingerî û şer radibin û got, "Em ê îtiraza xwe dewam bikin û her tim li ber xwe bidin. Li dijî yên ku hewl didin me têk bibin, li dijî yên ku timî bi tundiyê bi ser me ve tên, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin û serî netewînin. Rêwiyên rêya sêyemîn îro li qadên 1'ê Gulanê ne. Îro roja yekîtiyê ye."

Sezaî Temellî ragihand ku ji bo azadî û wekheviyê wê vê sîstema tarî bi hev re parçe bikin û got, "Îro jin di bin sînorê birçîbûnê de ne. Zarokên me, kedkarên me xizanin. Sedema vê xizaniyê jî ev sîstema talanê ye. Her pariyê, ku hûn dixwin ji xwarina me hatiye dizîn. Em ê hesabê her pariyekî ji we bipirsin."

'HERÎ ZÊDE KEDA KURDAN TÊ XWARIN'

Temellî destnîşan kir ku dem dema yekîtiya kedkarên Kurd û Tirk e û wiha dewam kir, "Li Tirkiyeyê yên ku niha herî zêde keda wan tê xwarin Kurd e. Li vî welatî hêviya ciwanan tune kirin. Desthilatdarî rûmeta vî welatî binpê dike. Ev gel rûmeta xwe naxe binê piyê kesî, yê ku bixwaze binpê bike jî wê bieciqîne. Ev sîstem sîstema şer û tundiyê ye. Mayindebûna xwe weke mayindebûna her kesî nîşan didin. Ev sîstem wê bê guhertin û ev desthilatdarî wê bê hilweşandin."

'EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN Û AZADIYA BIRÊZ OCALAN MISOGER BIKIN'

Sezaî Temellî anî ziman ku şer zilm e û got, "Bi feraseta neteweya demokratîk em ê bi hev re paşerojê ava bikin. Em ji vê derê careke din bang dikin; Na ji şer re! Rêya avakirina demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Îmraliyê derbas dibe. Lewma em ê tecrîdê bişikînin û azadiya Birêz Ocalan misoger bikin. Yê ku xwedî çareseriyê ye divê azad be. Em vê tecrîda ku yên çareseriya xwe nîne ferz dike, qebûl nakin. Li girtîgehan ewqas tecrîd û siyasetmedar dîlgirtî ne. Yekane sedema wê jî tecrîd e. Heta ku tecrîd neyê şikandin ev sîstema dijminane bi dawî nabe."