Li Şirnexê 1’ê Gulanê: Em ê vê çerxê biguherînin

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û gotin: "Hêza me heye ku em jiyanek nû ava bikin. Em ê vê çerxê biguherînin."

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, bi boneya 1’ê Gulanê bername li dar xist. Beriya daxuyaniyê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes li avahiya HDP’ê ya Şirnexê kom bûn. HDP’yî piştre ji vir heta avahiya KESK’ê ya Şirnexê bi dirûşmeya “Bijî 1'ê Gulanê” meşiyan. HDP’yî ji aliyê endamên Şaxên KESK’ê ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazî kirin.

‘EM JI BO MIROVAHIYÊ TÊDKOŞIN‘

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Egîtîm Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram ve hat xwendin.  Adnan anî ziman ku ew bi sala ne bi ked û xwêdana xwe ji bo xebat û jiyana mirovahî têdikoşin. Adnan diyar kir ku rewş her ku roj diçe xirap dibe û wiha got: "Bi can û xwîna bi mîlyonan kedkaran hewl tê dayîn ku çerxên kedxwarî bê zivirandin. Mafê me yê xebata bi ewlekarî tê paşguhkirin, tê payîn ku em mehkûmî îstihdamê bin. Em sazûmana ku sermayedaran û serdestan dide kenandin em qebûl nakin, dê wiha neçe. Ev sazûman ne sazûmana me ye. Ev sazûmana kedxwarî tiştekî ku bide me nîne. Em cihanek û welatekî ku ked, wekhevî, azadî, demokrasî, aştî û laîkê serdest be, bêkarî û birçîtî lê nebe dixwazin. Hêza me heye ku em jiyanekî nû ku 84 mîlyon mirovî lê bijîn ava bikin."

‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME‘

Piştre Parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û wiha got: “Ji her aliyê ve qeyran tê jiyîn. Jiyana gelê Tirkiye û Kurdistanê zehmetir dibe. Ji her aliyê ve polîtîkayên zextê tên meşandin.  Polîtîkaya AKP û MHP’ê polîtîkaya faşîzmê ye. Ji bo ku desthilatdarî xwe bidomînin vê tiştê dikin. Her roj jin tên qetilkirin û zarok di malên cemaetê de rastî êrîşa zayendî tên. AKP û MHP vê qeyranê kûr dikin û dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Bi polîtîkayê şer dixwaze xwe wek qehreman ava bikin. Ji ber vê yekê êrîşê Başûr dikin. Dixwazin Mûsil, Kerkûk û Rojava bi Tirkiyê ve girê bidin. Di çarçoveya sînorên xwe yên netewî de polîtîkayeke berfirektir dişopînin. Erdogan û MHP bûne bela serê Tirkiyê. Bila dev ji vê şerê qirêj berdin. Tiştekî ku bidin gelê Rojhilata Navîn tuneye. Divê hemû kesên muxalîf li hemberî şerê Başûr bisekinin. AKP şerê ku dimeşîne ve dixwaze emrê DAIŞ’ê dirêj bike. Ji bo azadiya gelê xwe divê em bi hevre tevbigerin. Em naxwazin ciwanên Tirk û Kurd bên kuştin. Ji bo azadî û demokrasiyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Piştî axaftinê dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hevdû”, “Jin jiyan azadî”, “1 Gulan” û “Bijî biratiya gelan” hat berzkirin. Girseya ku xwest govendê bigerîne, polîsan bi hinceta qedexeya Waliyê Şirnexê destûrê neda. Ligel hemû astengiyan girse bi tilîliyan govend gerand.