Greva birçîbûnê ya li girtiyên li Islahiyeyê di roja 27’an de didome

Greva birçîbûnê ya ku girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê dabûn destpêkirin kete roja 27’an.

Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê girtiyên bi navê Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hiccet Umûî yê ji Rojhilatê Kurdistanê li hemberî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakiya wan di roja 27’an de ya ku Reşît Dayan, Ûgûr Dûya û Umît Ozen jî dabûn destpêkirin di roja 19’an de didome.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Dîlokê Sînan Taştekîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pêdiviyên wekî şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan û ji ber vê çalakî wekî ‘rojiya mirinê’ didome.

Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê jî çûbûn serdana girtiyan û diyar kiribûn girtî heta ku daxwazên wan werin qebûlkirin wê li ser biryara xwe bin.