Li Sineyê karkeran peyama mezinkirina yekîtî û têkoşînê da

Li bajarê Sine yê Rohilatê Kurdistanê bi boneya 1’ê Gulanê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de Kurdan peyama “Yekitî û têkoşînê“ da.

Li bajarê Sine yê Rohilatê Kurdistanê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanî mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de Kurdan peyama “Yekitî û têkoşînê“ da.

Karkerên ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan, peyama “Yekîtî û têkoşînê” dan. Kedkaran, bi taybetî xebatkarên perwerdehiyê yên ku bi boneya 1’ê Gulanê daketin qadan, banga mezinkirina “Têkoşîn, yekîtî û hevgirtinê” kirin û bi mîtîngekê peyamên xwe ragihandin. Îro jî civîna 13‘emîn a kedkarên perwerdehiyê bi qêrîna daxwazan pêk hat.

Ligel dirûşmeyên ji bo azadiya karker, sendîka û mamosteyên girtî dirûşmên bi boneya 1’ê Gulanê jî hatin berz kirin. Firehkirina qadên xebatê, bidestxistina mafên xwe û bidawîkirina zextan jî di nav daxwazan de bûn.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê bi dawî bû