Artêşa Iraqê amadekariya êrîşa li ser Şengalê dike - HATE NÛKIRIN

Hate ragihandin ku artêşa Iraqê xwe ji bo dorpêçkirin û êrîşan li dijî bendên Asayîşa Êzidîxanê yên li Dîgurê, Sinunê û Xanesorê yên Şengal amade dike.

Hate ragihandin ku artêşa Iraqê xwe ji bo dorpêçkirin û êrîşan li dijî bendên Asayîşa Êzidîxanê yên li Dîgurê, Sinunê û Xanesorê yên Şengal amade dike. Ev demeke artêşa Iraqê ji bo bendên Asayîşa Êzidîxanê sewqiyata leşkerî dike. 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li Sinûnê ji pevçûnek dem kurt derket. Hêzên artêşa Iraqê yên ku dixwestin li vir bi pêş ve biçin, neçar man ku paşve vekişin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê li navenda Şengalê jî dengê teqînan hatiye bihîstîn lê heya niha agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

Her wiha liv û tevgera Iraqê ji bo bendên Asayişa Êzidîxan û YBŞ-YJŞ’ê berdewam dike. Bi taybet li hemberî bendên Asayîşa Êzîdxanê yên li Dîgure, Sinûnê û Xanesorê tê gotin ku artêş amadekariya dorpêçkirin û êrîşan dike.

Li Şengalê liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike.

Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê destpêkê li Sinûnê pişt re jî li xeta başûrê Çiyayê Şengalê dor li bendên Asayîşa Êzidîxanê û YBŞ-YJŞ’ê girtibûn û di encama êrîşên artêşa Iraqê de li gelek cihan şer û pevçûn rûdabûn.

Ev çen roj in li Bexda û Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek hevdîtin hatin kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê artêşa Iraqê di polîtîkayên dorpêçkirin û êrîşan de bi israre.