Li Kerkûk, Ranya û Germiyanê şehidên azadiyê hatin bibîranîn - HATE NÛKIRIN

Endam û rêveberên Tevgera Azadî ya Kerkûkê, RJAK û Komeleya Ciwanên Welatparêz bi boneya Cejna Remezanê serdana Goristana Şehîdan kirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya Kerkûkê, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) û Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê bi boneya Cejna Remezanê serdana Goristana Şehîdan a li bajarê Kerkûkê kirin. Di merasîmê de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bîranîn. Di merasîmê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PD'ê bi tundî hat şermezarkirin. Di merasîmê de hat xwestin ku bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurd ji bo parastina Kurdistanê têbikoşin û li hemberî dagirkirina Başûr bêdeng nemînin.

Endamê Tevgera Azadî ya Kerkûkê Newzad Bekir li ser geşedanên dawî û çalakiyê de ji ANF’ê re axivî. Bekir diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk bi hevkariya PDK'ê Başûrê Kurdistanê dagir dike û û wiha got: “Destpêkê li ber bîranîna hemû şehîdên serbilind ên Kurdistanê ku bi xwîna xwe Kurdistanê parastine, bejna xwe ditewînim. Bi boneya hatina Cejna Remezanê, em vê cejnê li hemû Misilmanên li her çar beşên Kurdistanê û bi taybetî li hemû welatiyên Kerkûkê pîroz dikin. Em îro hatine serdana Goristana Şehîdan. Bêguman di vê qonaxê de ev serdana me ji yên berê cudatire. Ji ber ku niha rewşa herêmê bi taybetî Kurdistanê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê di nava aloziyeke mezin de ye.”

Bekir anî ziman ku parastina Kurdistanê peywira hemû Kurdistaniyan e û wiha doman: “Banga me ji hemû çîn û aliyên civaka Kurdistanê heye ku bêdeng nebin û ji bo derxistina artêşa dagirker a Tirk ji xaka Kurdistanê çalakiyan berfirehtir bikin. Pêwîst bû ku aliyên siyasî helwesteke zelal li dijî êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk tîne nîşan bidana. Mixabin heta niha jî aliyên siyasî helwestek nîlan nedane û bêdengiya wan bidome.”

Bekir, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Niha em li Kerkûkê serdana Goristana Şehîdan dikin, lê dijminên gelê me roj bi roj êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên bi hevkariya PDK’ê zêdetir kirine. Em jî li ser gora şehîdan soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê doza ku ji bo wê şehîd bûne bin.”

RANYA

Malbatên Şehîdan û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadiyê) li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê bi boneya Cejna Remezanê serdana Goristana Şehîd Helwest Partîzan kirin. Li ser goristanê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Malbatên Şehîdan Embar Rojhilatî axivî û da zanîn ku weke malbatên şehîdan ew ê xebat û têkoşîna şehîdan dom bikin.

GERMIYAN

Tevgera Azadiyê bi boneya Cejna Remezanê li goristana kevin a Kekar ya herêma Germiyan û goristana gundê Hesîre ya bajarokê Bawernûr serdana gorên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin.

Tevgera Azadiyê di serdanê de soz dan ku ewê heta dawiyê li pey rêya şehîdan bin.