Gerîla Canwelat: Divê gelê me rabe ser piyan

Gerîlaya YJA Starê Toprak Canwelat bang li gelê Kurd kir û got, "Bêguman erka her kesî ye; em dixwazin hûn destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bikevin nava liv û tevgerê."

Berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî herêmên Zap û Avaşînê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Gerîlaya YJA Starê Toprak Canwelat, di nava teqînên ji eniya berxwedanê de ji kameraya ANF'ê re axivî, sekna gerîla û gelê Kurd ku çawa divê li vê berxwedanê xwedî derkeve nirxand.

Gerîla Toprak Canwelat, da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin û got, “Di vî şerî de hêzên dagirker ji helîkopterên Skorsky heta balafiran serî li her cure teknolojiyê didin. Divê dewleta dagirker vê baş bizane; Dibe ku hûn xwediyê teknolojiya pêşketî û hêzek mezin bin, lê hûn ji armanc û hedefan bêpar in. Em ji Serok Apo û şehîdan hêz digirin û xwedî armancên pir mezin in. Gotinek di nav kurdan de heye, 'Siwar hatin peya çûn' û ew ê ji vir bi peyatî herin.”

'EM JI BO HEBÛNA GELÊ XWE TÊDIKOŞIN'

Gerîlaya YJA Starê Toprak Canwelat diyar kir ku hêza gerîlaya azadiya Kurdistanê heta dilopa xwîna dawî ya berxwedanê heye û wiha berdewam kir: “Çawa ku Mazlûm, Kemal û hevalên din li zindanan li ber xwe dan û Zîlan jî xwe di dilê dijmin de teqand, Em ê jî ti carî nehêlin ku dijmin bikeve axa me. Divê gelê me jî bizane ku; Em ji bo armanc û hedefên pîroz, ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin. Divê gele me bêje ‘ez jî gel im ûj dixwezim azad bijîm.’

'DIVÊ GELÊ BAŞÛR LI DIJÎ ÎXANETÊ DERKEVE’

Gerîla Toprak Canwelat, bi taybetî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got, “Divê gelê Başûr li dijî vê xiyanetê rabe ser piyan. Divê her kes bibîne ku niyeta PDK'ê çi ye. Em alîkariyê ji PDK'ê naxwazin, em tenê vê dixwazin; bêalî bimînin û pişta xwe nedin vê dewleta dagirker. Mebesta dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi hev bidin şerkirin û piştre werin axa Kurdistanê dagir bikin. Divê her kes vê baş bizane; Sedema ku em li van eniyan ewqas li ber xwe didin û hevalên me ji bo nekevin destê dijmin çalakiyên fedaî pêk tînin, mayîndebûna nirxên vî gelî û domandina têkoşîn kurdayetî ye."

'DIVÊ GELÊ KURDISTANÊ RABE'

Toprak Canwelat bal kişand ku ti berjewendiyên gerîlayên Kurdistanê yên ferdî nîne û got, “Em li vir ne ji bo navdarbûn û popîlerbûnê şer dikin, tenê yek armanca me heye, ew jî parastina van xakan e. Di serî de gelê me divê her kes vê baş bizanibe; Em ji ber gel hene, gel jî ji ber gerîla heye. Ji bo vê jî divê hemû gelê Kurdistanê bi taybet gelê Başûr li dijî vê dagirkeriyê rabin ser piyan û li ber xwe bidin.”

Gerîlaya YJA Starê Toprak Canwelat, diyar kir ku divê her kes di berxwedana li dijî dagirkeriyê de xwedî li erka xwe derkeve û got, "Bêguman erkek her kesî heye ku bi cih bîne, em dixwazin hûn destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bikevin nava liv û tevgerê. Divê hemû Kurd bibin yek. Li dijî vî dijminê ku dixwaze gelê kurd biçewisîne û kurdan înkar dike bibin yek. Pêwîste gelê me rabe serhildanê û vê dagirkirinê bide rawestandin. Nexwe eger ev xak bên dagirkirin wê hebûna kurdan ji holê rabe, divê her kes vê rastîyê baş bibîne."