Li Cizîrê wê 'Nobeta Jiyanê' bê destpêkirin

Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr di serdana xwe ya li goristana li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ragihand ku ew ê li dijî şer çalakiya "Nobeta Jiyanê" bidin destpêkirin.

Li Cizîrê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî û Çandê ya  Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Kesên ku Xizmên xwe Di Dergûşa Mezopotamyayê de Wenda kirine (MEBYA-Der) serdana goristanê hate kirin. Di serdana goristanê de Wekîla HDP’ê Nûran Îmîr, Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes amade bûn.

Li wir destpêkê çûn goristana Banê Senefîsê (Goristana Yafesê) ya li Taxa Yafesê.

Navnîşana serdana din jî Goristana Asrî  ya Cizîrê bû. Li vê goristanê gorên kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.

Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ku li goristanê axaftinek kin kir. Îmîr destpêkê kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku ew xwedî li têkoşîna wan derdikevin.

Îmir axaftina xwe wiha domand, “Em di şeva cejneke din de ne û di vê êvarê de li ser sînorê me şerek din heye. Em dixwazin hemû cejn bibe atmosfera aştî û aramiyê. Lê hikûmet ji bo temenê xwe dirêj bike şer dimeşîne. Zarokên vî gelî tên qetilkirin. Ji bo parastina aştiyê me berdêlên mezin dan, lê li hemberî şerxwazan çi dibe bila bibe em ê parastina aştiyê bidomînin. Ji bo parastina aştiyê li dijî şer û parastina jiyanê li dijî mirinê, em dest bi nobetê dikin. Li dijî vî şerî em ê di cejnê de li avahiyên partiya xwe 'Nobeta Jiyanê' li dar bixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî nobeta me bibin.”