Parêzer Aslihan Bûlût: Mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin

Ji TUHAD-FED'ê parêzer Aslihan Bûlût anî ziman ku girtiyên nexweş bi mirinê rû bi rû têne hiştin û got, "Bi tenê mayina girtiyekî nexweş hem tecrîd e, hem jî hewldanek ji bo tunekirina fîzîkî ye."

Ji rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) parêzer Aslihan Bûlût li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF'ê re axivîn. Aslihan Bûlût bi bîr xist ku bi Guhertina Rêvebernameya Pîvanên Çavdêrî û Îsraî re ku Adara 2020'î kete meriyetê, rewşa girtiyan sê mehan an jî 6 mehan carekê tê nirxandin û biryar tê dayin ku bên berdan an na.

Aslihan Bûlût anî ziman ku girtî dema derdikevin pêşberî destekê pirsên "Tu PKK'ê weke rêxistineke terorê dibîne yan na?" û "Li ser Abdullah Ocalan çi difikirî?" li wan tê kirin.

PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Parêzer Aslihan Bûlût diyar kir, nêzîkatiyeke hiqûqî nîne ku demeke kurt beriya bidawîbûna cezayên wan herdu pirs li girtiyan tê kirin û got, "Bersiva li van pirsan çi dibe bila bibe girtî ji sê mehan heta 6 mehan zêdetir girtî têne hiştin. Bi guhertina rêvebernameyê re li girtîgehan polîtîkaya giştî hatiye guhertin. Herî dawî li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re li 103 girtîgehan greva birçîbûnê pêk hat û 200 rojî dewam kir. Piştî vê greva birçîbûnê ya berfireh guhertina rêvebernameyê eleqeya xwe bi vê pêvajoya grevê re hebû. Ji ber ku ev deste bû sedem ku gelek girtiyên 30 salî girtî man û cezayê wan qediya, hîn bêhtir girtî bimînin."

TECRÎD Û TUNEKIRINA FÎZÎKÎ

Aslihan Bûlût işaret bi kuştina li girtîgehan kir û got, "Mirina girtiyan ji bo me mirina bi guman e. Mînak; hiştina girtiyên nexweş bi tena serê xwe li odeyekê, mîna Mehmet Sevînç, ne ya qebûlkirinê ye. Ji raya giştî re hate ragihandin ku ev girtî ketiye erdê, serê wî li erdê ketiye û ji ber ku xwîn çûye ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest daye. Di vê mijarê de gelek berpirsyariyên dewletê hene. Mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin. Dema ku ji bo gelek girtiyên bi vî rengî em serlêdanê dikin, îdareyên girtîgehan qebûl nakin. Tevî ku hikumên girtiyan hatiye pejirandin jî bi hinceta 'ewlekariyê' li odeyên yek kesî têne hiştin. Hiştina van mirovan bi tena serê xwe li odeyekê hem tecrîdkirina wan e hem jî tê wateya tunekirina wan bi rengê fîzîkî ye. Di heman demê de xwekuştin li girtiyan tê ferzkirin û dema xwe nakujin mîna ku xwe kuştiye tê nîşandan."

DAXWAZÊN MALBATAN

Aslihan Bûlût li ser daxwazên malbatên girtiyan jî got, "Daxwazên bingehîn ên ji me dixwazin ew e ku em girtiyên êşkence li wan hatiye kirin ehvdîtinê bikin û ji aliyê hiqûqî û dîplomatîk ve bikevin nava hewldanan. Her wiha bendewariya herî zêde jî ew e ku em bibin dengê girtiyan. Bi taybetî dixwazin em serî li saziyên navneteweyî bidin. Em van hewldanên hiqûqî ji xwe dikin û em ê dewam bikin. Bersivên têne dayin dikarin bi salan dewam bikin. Ya girîng ew e ku çareseriyeke lezgîn bê peydakirin. Yek ji daxwazên herî girîng jî ew e ku girtiyên cezayê wan temam bûne bêne berdan. Malbat dixwazin ev polîtîkaya ku pêşî li berdana girtiyan digire, bê teşhîrkirin. Ji xwe cezayên dîsîplînê û hucreyê jî yekser pêwendiya xwe bi tecrîdê re heye."