Qasim: Êzidiyek bi tenê bimîne jî em dev ji xweseriyê bernadin

Endamê Rêveberiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Xelef Qasim got “Êzidiyek bi tenê bimîne jî em dev ji xweseriyê bernadin. Em ê berxwedanê bidomînin.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Xweser a Demokratîk  a Şengalê Xelef Qasim derbarê êrişên dawîn ên li ser Şengalê ji ANF’ê re axivî. Qasim diyar kir di êrişên li ser Şengalê de Erdogan rol daye PDK’ê û got “PDK êrişa li ser Şengalê ji xwe re wekî cejnekê dibîne. Li Kurdistanê her kes bi vê rastiyê dizane.”

HEDEF ÎMHAKIRINA ÊZIDÎ Û KURDAN E

Xelef diyar kir li ser Şengalê ya ku di sala 2014’an de jî çeteyên DAÎŞ’ê qetlîam kiribû a niha jî gefa qetlîamê heye û got “Nêzikatiyeke wekî ya sala 2014’an a ku digot ‘Qetla Êzidiyan helal e’ dîsa derketiye holê. Hemû dinya li hemberî vî tiştî bêdeng e. Iraq, Tirkiye, PDK û Amerîka hemû li hemberî Şengalê ne. Bi êrişê bersiv dan daxwaza çareserkirina pirsgirêkên Şengalê.”

Xelef Qasim qala êrişa dagirker a li ser Zapê jî kir û got “Hedefa wan îmhakirina Kurdan e. Di konsepta êrişê de ya ku di 17’ê Nîsanê de dest pêkir hedefa sereke Şengal û Êzidî ne. Êrişî Zap û Avaşînê hate kirin û bûn asteng ku gerîlayên PKK’ê nikaribin biçin hawara Şengalê.”

ROLA HERÎ MEZIN A PDK’Ê YE

Qasim diyar kir di êrişa li ser Şengalê de rola herî mezin a PDK’ê ye û got “PDK naxwaza Şengal azad bibe û gel di nav aramiyê de be. Erdogan ev peywir daye PDK’ê. PDK êrişa li ser Şengalê wekî cejnekê dibîne. Wisa diyar e wan mirovbûna xwe winda kirine. Li Kurdistanê her kes bi vê rastiyê dizane.”

Qasim diyar kir peymana li ser Şengalê ya ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatiye îmzekirin tê wateya ku Êzidiyan ji xwe re wekî berjewemendiyeke bazirganî dinîn û Tirkiye jî di vê peymanê de cih digire.”

‘EM Ê XWESERIYA XWE BIPARÊZIN’

Xelef Qasim diyar kir li Şengalê Êzidiyek bi tenê jî bimîne wê destûrê nedin pêkhatina vê tifaqê û got “Civaka Êzidî bi berxwedaneke 8 salan û fedakariyê destkeftiyên xwe ava kir. Wê destûrê nede ku tu kes van destkeftiyan hilweşîne. Di vî rêyê de me bi sedan şehîd dan. Ev êriş, Iraq, PDK û dewleta Tirk wê nikaribin helwesta me ya xweseriyê biguherînin. Tu kes nikare Rêveberiya Xweser a Şengalê hilweşîne û îradeya Êzidiyan bişkîne.”

Endamê Rêveberiya Meclîsa Xweser a Demokratîk  a Şengalê Xelef Qasim ji bo pêşîlêgirtina fermaneke nû ya li ser Şengalê civaka Êzidî di serî de bang li hemû dinyayê kir.