Gerîlayên ku diçin şer: Em ti carî dest ji Zapê bernadin

Gerîlayên HPG'ê ku ji bo şikandina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk diçin qadên şer, wiha axivîn: "Em yek bi tenê jî bimînin, em ê ti carî dest ji Zapê bernedin. Em ê dîrokê diyar bikin."

Li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên Zap û Avaşînê, ku 17'ê Nîsana 2022'an ji bo dagirkirinê da destpêkirin, berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dewam dike.

Gerîlayên ku ji bo şikandina êrişa dagirkeriyê ber bi qadên şer ve diçin, bi rêya ANF'ê peyam dan.

Yek ji gerîlayan got, "Li Zapê şerekî giran qewimî û hîn jî dewam dike. Heval bi rengekî mezin li ber xwe didin. Li hin deveran zor dane dijmin. Yanî psîkolojiya leşkeran têk çûye."

'EM BER BI TUNELÊN ŞER VE DIÇIN'

Heman gerîlayî got, ji bo rûpeleke nû li rûpelên dîrokê zêde bike ew ê tevlî berxwedanê bibin û wiha dewam kir, "Em yekî bi tenê jî bimînin em ê ti carî dest ji Zapê bernedin. Milîtanên Rêber Apo ti carî serî li ber kesî netewandine û wê netewînin. Em ê dîrokê diyar bikin."

Gerîlayekî din ê bi navê Karwan jî anî ziman ku di ser êrişa dewleta Tirk a 17'ê Nîsanê re demeke dirêj derbas bû, lê hîn bi gavekê jî nekarîn bi pêş ve bên. Gerîla Karwan destnîşan kir ku gerîla bersivê dide her cûre êrişên dagirkeriyê û got, "Em ê nehêlin ku dijmin li wir bimîne. Em ê wî dijminî îsal têk bibin. Serketin teqez a me ye û ya hevalan hemûyan e. Banga me li leşkerên Tirk e; werin teslîm bibin. Em ê tiştekî din nebêjin."