Rêveberiya Xweser: Em li dor Şengalê bibin yek

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Peymana 9’ê Cotmehê weke çavkaniya êrişan pênase kir û ragihand, "Divê em li dora Şengalê bibin yek. Em bang li hêzên Iraqî dikin ku nekevin hîleyên PDK û dewleta Tirk."

Artêşa hikumeta Kazimî di çarçoveya Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya bi lihevkirina dewleta Tirk a dagirker, PDK û Bexdayê li ser Şengalê hat ferzkirin, ji duh ve bi armanca dagirkirina Şengalê êrişek lidar xist. Li dijî wê êrişê di serî de civaka Êzidî yên Şengalê, her wiha yên li her devera Kurdistan û cîhanê û hemû gelê Kurd û dostên wan rabûn ser piyan û xwedî li Şengalê derketin. Rêveberiya Xweser a Şengalê di derbarê êrişên piştî 9’ê Cotmeha 2020’an û bi taybetî êrişa dawî de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Wekî tê zanîn di demên dawî de li Şengalê careke din rewşeke aloz rûdaye û niha çavên herkesi li ser Şengalê ne û dixwazin rewşê fam bikin. Ev aloziyên dawî her çiqas di 18’ê Nîsanê de destpêkiribe û heya roja me ya îro berdewam kiribe jî, çavkaniya vê rewşê û pirsgirêkên li Şengalê lazime were famkirin. Ji ber ku dixwazin car din dîroka fermanan li me nû bikin.

Civaka Êzidî  di 2014’an de li ber çavê hemû dinyayê rastî fermaneke giran hat. Yek ji fermanên herî giran a dîroka me ev ferman bû. Di dema fermanê de Artêşa Iraqê pişta xwe da Şengalê û çû, PDK bi îxaneteke mezin hevkariya vê fermanê kir, dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyên DAÎŞ’ê xwest koka me tune bike. Wekî civaka Êzidî, bi piştgiriya gerîlayên azadiyê û Şoreşa Rojava me xwe ji vê fermanê rizgar kir û ji bo ferman car din neyê serê me, me dest bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser kir.

‘Bİ PARASTİNA ŞENGALÊ ME YEKÎTÎYA IRAQÊ JÎ PARAST’

Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, di wan rojên giran de bi berdêlên pir mezin hatin avakirin. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê wekî fedayiyên bîr û baweriya Êzdiyatiyê bi erka xwe rabûn û di oxira gelê de xwe heya roja me ya îro jî pêşengên mezin şehîd dan. Civaka Êzidî wisa bi hêsanî xwe ji fermanê rizgar nekir, wisa bi hêsanî xwe ne gihand van rojan. Me 8 salên agirîn li pey xwe hiştin û me xwe gihand van rojan û me di nav van 8 salan de kerameta dewleta Iraqê jî parast. Bi parastina Şengalê me yekîtîya Iraqê jî parast.

‘HEWLDANÊN ME YÊN ÇARESERİYÊ Bİ PEYMANA 9’Ê COTMEHA 2020’AN HATE BERSİVANDİN’

Di nav van 8 salan de ji bo statuya Şengalê were zelalkirin me gelek proje pêşxistin û gelek hevdîtin kirin. Me yekîtîya dewleta Iraqê esas girt û me xwest li gor yasayên dewleta federal a Iraqê pirsgirêkan çareser bikin. Lê ev hewldanên me yên çareseriyê di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi planeke nû ya qirêj re hate bersivandin. Bi hevkariya hikumeta Kazimî û PDK’ê, bi zextên dewleta Tirk ê dagirker û bi piştgiriya hin hêzên navteweyî ev peyman hate mohrkirin. Me ev ferman ji roja destpêkê ve wekî ‘fermana bi navê qanûnê’ binavkir.

‘HEMÛ POLÎTÎKAYÊN ZEXT, GEF Û ÊRÎŞAN Dİ ÇARÇOWEYA VÊ PLANÊ DE TÊNE MAŞANDİN’

Li Şengalê çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî, şer û pevçûnan Peymana 9’ê Cotmehê ye. Di nav 2 salên dawî de hemû polîtîkayên zext, gef û êrîşan di çarçoweya vê planê de têne maşandin. Dewleta Tirk a dagirker ji vê peymanê hêz digire û êrîşê me dike. PDK pişta xwe dide vê peymanê û bi xeyala vegera Şengalê êrîşê me dike. Hikumeta Kazimî ji bo vê peymanê bixe meriyetê niha artêşa Iraqê bi ser Şengalê de dişîne. Derdora me bi dîwar û sîman dipêçin û dixwazin Şengalê bixin zindan. Ev hemû êrîş bi hev ve girêdayî ne û hêza xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê digirin.

TUNEKİRİNA ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ YEK Jİ XALÊN HERÎ GİRÎNG A PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YE

Pêla êrîşên dawî jî bi vê peymanê ve girêdayî ye ku di 18’ê Nîsanê de bi dorpêçkirina Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Digurê re destpêkir. Civaka Êzidî di wan rojan de amadekariya cejna Çarşema Serê Salê dikir. Ev êrîşên dawî di rojên me yên herî pîroz de destpêkir. Tişta ku artêşa Iraqê li ser me ferz dikir ew bû ku em dest ji Asayîşa Êzîdxanê berdin. Wekî tê zanîn tunekirina Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên herî girîng a Peymana 9’ê Cotmehê ye.

‘DI HEVDÎTINAN DE RÊZ Lİ ÎRADEYA CİVAKA ÊZİDÎ NEHATE GİRTİN’

Ji bo şer û pevçûn belav nebe wekî Rêveberiya Xweser em ketin nav hewldanên berfireh, me gelek bangawazî li Iraqê û raya giştî kirin. Li ser vê esasê hem li Şengalê hem jî li Bexdayê ji bo çareseriya pirsgirêkan çend hevdîtin hatin kirin. Lê di van hevdîtinan de rêz li îradeya civaka Êzidî nehate girtin, rêz li hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê nehate girtin. Car din qebûlkirina Peymana 9’ê Cotmehê li me hat ferzkirin û bi taybet em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku di hevdîtinên dawî de Fermandariya Firqayê Şengalê û Fermandariya Operasyonê ya Mûsilê bi sekn û helwesta xwe rê li ber çareseriyê girtin û siyaseta şer sor kirin.

‘GELÊ ME WÊ Bİ VEGERA Lİ ŞENGALÊ BERSİVA PÊWÎST BİDE PDK’Ê’

Wekî merheleyeke nû ya êrîşên li ser Şengalê herî dawî jî di 2’ê Gulanê de artêşa Iraqê wekî ku Şengalê dagir bike bi tank, top û çekên giran li nahiya Sinûnê û komelgeha Digurê êrîşên giran kirin. Di heman demê de PDK jî ket nav liv û tevgerê û dest bi meşandina şerê taybet kir. PDK ev çend roj in bi rêya ragihandina xwe dixwaze gelê Şengalê car din koçber bike û li kampan muhtacê xwe bike. Em vê siyasetê jî baş nas dikin û ji nêz ve dişopînin. Rast e, hin malbat ji ber êrîşên giran ên artêşa Iraqê neçar man û ji malên xwe derketin. Lê zehfê van malbatan car din vegeriyan ser mal û milkên xwe. Lê hinek ji wan kesan jî bi pere ji aliyê PDK’ê û bi taybet jî ji aliyê Aştî Koçer ve hatibûn rêxistinkirin. Gelê me biryar daye ku êdî nekeve ser rêya koçberiyê û ewê bi vegera li Şengalê bersiva pêwîst bide PDK’ê.

‘EM DİXWAZİN Dİ NAV YEKBÛN Û YEKÎTİYA IRAQÊ DE PİRSGİRÊKAN ÇARESER BİKİN’

Em ji vir car din bang li hemû hêzên Iraqê dikin. Neyên lîstoka dewleta Tirk û PDK’ê. Hedefa dewleta Tirk ne tenê Şengal e, dewleta Tirk dixwaze li Iraqê şer bide destpêkirin û xwe bigihîne xeyalên Osmaniya Nû. Em car din dibêjin, em dixwazin di nav yekbûn û yekîtiya Iraqê de pirsgirêkan çareser bikin. Lê em di heman demê de daxwaz dikin ku rêz li Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê bigirin. Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ rûmeta civaka Êzidî ne. Bila tu kes dest û dev dirêjî hêzên me yên parastinê nekin.

‘Jİ HER DEMÊ ZÊDETİR YEKÎTÎ Û TİFAQA XWE XURT BİKİN’

Em her wiha bang li civaka Êzidî dikin ku ji her demê zêdetir yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Lazim e civaka me li hemberî siyaseta PDK’ê û hin aliyan hişyar be, li derdora Şengalê, li derdora bîr û baweriya xwe bibe yek. Emê bi yekîtî û tifaqê bersiva van hemû êrîşan bidin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bes piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê bikin. Piştgîriya vê peymanê piştgiriya fermanên nû ya li ser Êzidiyan e. Qirkirina civaka Êzidî qebûl nekin û rê li ber êrîşên nû yên qirkirinê bigirin.”