Li gundê Tûglûkê çira hat pêxistin: Ji girtiyên nexweş re azadî!

Meclîsa Jinan a HDP û DAD'ê ya ku çûn gundê Merxo, di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo tevahî girtiyên nexweş azadî xwestin.

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li gundê Merxo yê Dêrsimê ji bo azadiya girtiyên nexweş û siyasetmedara girtî ya siyasî Aysel Tûglûk daxuyaniyek da. Jinên ku li gundê Tûglûkê hatin cem hev, wêneyên Tûglûkê hildan û çira hat pêxistin.

ÇIRA HATIN PÊXISTIN Û AZADIYA GIRTIYAN HAT XWESTIN

Hevseroka DADÊ Kadriye Dogan ku xwest hemû girtiyên nexweş bi taybetî Aysel Tûglûk bên berdan û got, “Aysel nasnameyek ji rêzê ranake. Zarokê erdnîgariya Dêrsimê ye. Jin e, parêzer e, parêzvana mafên mirovan e, Kurdek e, şervana azadiyê ye. Li erdnîgariya êşê ji dayik bûye, her tim wê êşê di hundirê xwe de hîs kiriye. Û gotiye; ‘Rawestin ne karê min e, karê min avakirina mafên mirovan ên civaka mexdûr e.’ Di vê rê de canê xwe feda kir. Ew abîdeyek e û ne jinek ji rêzê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin di şexsê Aysel de hemû jin û girtiyên nexweş bên berdan.”

Hevseroka HDP'ê ya navçeya Dêrsimê Nazlî Çelîk Oz da xuyakirin ku ew bi cesareta Tûglûk têkoşîna xwe didomînin û wiha domand, "Em hêvîdar in ku ew çirayên ku me pêxistine wê ji Aysel û hevalên me yên jin re azadî û şîfayê bîne."

Nûrşat Yeşîl a HDP’yî diyar kir ku Tûglûk bi neheqî li girtîgehê tê girtin û got, “Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên bi neheqî û bêhiqûqî li girtîgehan tên girtin dikin. Em dixwazin di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên din ên nexweş demildest bên berdan.”

Piştî daxuyaniyê, loqma hat belavkirin. Jin ji bo serdana gora dayika Tûglûk bikin çûn Goristana Asrî ya Taxa Ataturkê.