Sûham Şengalî: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin

Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî got, li dijî êrişên hemwextî yên PDK-Enqere-Bexdayê wê li ber xwe bidin.

Endama Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî ji ANF'ê re axivî.

Şengalî bi bîr xist ku hêzên Kazimî ji 18'ê Nîsanê ve timî êrişî Şengalê dikin û got, "Piştî ku artêşa Iraqê 18'ê Nîsanê xwest bikeve nava Dugirê, şer destpê kir. Piştî bi rojekê jî êriş birin ser Tilizêr û şer qewimî. Ji doh ve jî bi konvoyên mezin hatin ji bo bikevin navenda Şengalê û gundan. Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û gel rê nedan vê hewldanê."

BI GEFÊ BERSIV DAN

Sûham Şengalî anî ziman ku ji bo êriş nebin, ji bo pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin ew ketin nava hewldanan, lê belê rêveberiya Kazimî êriş tercîh kir û got, "Bi giranî bersivên gefxwarinê dan. Daxwazên Rêveberiya Xweser û xelkê Şengalê nehatin qebûlkirin. Ev hemû jî nîşaneya şer bûn."

LI PIŞT PLANA ÊRIŞÊ ENQERE HEYE

Sûham Şengalî diyar kir ku êrişên li ser Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hev ve girêdayî ne û wiha dewam kir, "Dîwarê li navbera Şengalê û Rojava hate lêkirin û ev êriş pêwendiya xwe bi Peymana Şengalê ya 9'ê Cotmehê re hene. Xelkên Şengalê û Rojava li di jî DAÎŞ'ê bi hev re şer kirin. Xelkê Rojava xwedî li Şengalê derkert. Ji Zapê heta Şengalê û Rojava êrişên têne kirin hemû bi hev ve girêdayî ne. Ji xwe bi hemwextî hatin kirin."

Sûham Şengalî hevdîtina Serokê Meclîsa Iraqê Mûhammed El Halbûsî û Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan û Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan bi bîr xist û got, "Mûhammed Halbûsî çend caran çû Tirkiyeyê û hevdîtin kir. Piştre jî Mesrûr Barzanî bi Erdogan re rûnişt. Di van hevdîtinan de plana êrişê hate danîn. Li gorî vê planê jî dewleta Tirk û PDK wê êrişî qadên gerîla bikin, hêzên Kazimî jî êrişî Şengalê bikin. Heman armanc, heman plan e."

EGER EV HÊZ DI SALA 2014'AN DE BIHATA BIKARANÎN...

Sûham Şengalî bi bîr xist ku hikumeta Kazimî niha yekser êrişî Êzidiyan dike û wiha dewam kir, "Li şûna ku fermana li Şengalê weke jenosît qebûl bikin û pênase bikin, radibin êrişî vê civakê dikin. Êrişî wê civakê dikin ku rûmeta Iraqê li hemberî DAÎŞ'ê parast. Divê raya giştî ya cîhanê baş bi vê zanibe. Hêza ku niha pê êriş dikin eger di sala 2014'an de bi kar bianiya li Şengalê komkujî nedibû."

HELWESTA ME ZELAL E: EM Ê LI BER XWE BIDIN

Sûham Şengalî li ser helwesta xelkê Êzidî ya li dijî êrişan jî wiha axivî: "Ji ku tê bila bê, êriş çi dibe bila bibe em ê xwe biparêzin, em ê bersivê bidin. Ji 7 heta 70 salî her kes xwedî li hêza xwe ya parastinê û şervanên xwe derdikevin. TAJÊ û jinên Êzidî hişyarî dan hikumeta Iraqê ji bo hêzên xwe vekişîne. Biryardariya xwe ya di berxwedanê û xwedîderketina li hêza xwe de nîşan da. Helwesta jinên Êzidî zelal e. Li ser vê bingehê radihêje çekan û serî li ber dagirkeriyê natewînin. Ji bo xweseriya Şengalê û parastina xakê em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em ê xaka xwe biparêzin û xweseriya xwe jî mayinde bikin. Ev yek mafê rewa yê gelê Êzidî ye."

Sûham Şengalî destnîşan kir ku yên li Zap û Avaşînê derbên giran ji gerîla dixwin û têk diçin wê li Şengalê jî têk biçin û got, "Serketina li Zap û Avaşînê serketina li Şengalê ye. Dewleta Tirk li wê derê derbên giran dixwe û têk diçe, li vê derê jî hikumeta Kazimî wê nikare bi pêş ve biçe, wê nikaribe armancên xwe pêk bîne."