Dayê Kinê: Em ê dest ji deskeftiyên xwe bernedin

Dayika Kinê bertek nîşanî hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî da û diyar kir ku civaka Êzidî tu carê teslîm nabe û got: “Deskeftiyên me xeta me ya sor e.“

Hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî ku li Sinûnê û Dugirê doh êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê û YBŞ’ê kirin, îro êrîşên xwe giran kirin. Artêşa Iraqê bi gelek wesayitên zirxî, tank, top û çekên êrîşan êrîşê dibe ser Şengalê. Dayika Kinê bertek nîşanî hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî da û anî ziman ku civaka Êzidî tu carê teslîm nabe.

‘EM Ê MALÊN XWE NETERIKÎNIN‘

Dayika Kînê diyar kir ku dijmin hatiye ber deriyê wan û got: “Hikûmeta Iraqê îro dibêje, ji malên xwe derkevin. Em li virin. Hûn cenazeyê me li erdê de kaş bikin jî em ê malên xwe terk nekin. Em tu carê dest ji nirx û deskeftiyên ku me bi xwîna zarokên xwe bidest xistiye naberdin. Êrîşî hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê dikin. Ala Iraqê li hemû saziyên me hene, dibin ala Iraqê de êrîşî me dikin. Em naxwazin bi hikûmeta Iraqê re şer bikin. Lê kî were ber deriyê me û êrîşî me bike em ê li ber xwe bidin û em ê li hemberî wan şer bikin.“

‘EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN RABIN‘

Dayika Kinê destnîşan kir ku civaka Êzidî bi hêzên xwe yên leşkerî re ne û wiha pê de çû: “Hêzên me yên leşkerî me diparêzin û em ê jî wan biparêzin. Em ê weke gelê Êzidî li hemberî hemû êrîşan çekê rakin. Em serî li ber tu kesê nadanin. Bila hemû dinya bizane Êzidî xwedî rûmet in, wê tu carê paş de gavê neavêjin û teslîm nebin.“

‘DESKEFTIYÊN ME XETA ME YA SOR E‘

Dayika Kinê anî ziman ku deskeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bi dest xistin, xeta wan ya sor e û wiha got: “Ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku li hemberî êrîşan rawestin û deskeftiyên xwe biparêzin.

Îro şer hatiye li ber deriyê me. Li hemberî êrîşan bila zarok, jin, mêr û kal rabin li ser piyan û li hemberî êrîşan bibin mertal. Ger ez bimrim jî bila ez bi rûmetî bimrim. Çawan ku baweriya me xeta me ya sor e, Asayîş, YBŞ û YJŞ jî xeta me ya sor e. Em ê bi serbikevin. Wê tu carê Êzidî têk neçin.“