Xelkê Şengalê li ber saziyên xwe nobed girt
Sazî û dezgehên Şengalê yên bi kedeke mezin hatine avakirin, bi biryardarî têne parastin. Ji 7 heta 70 salî şêniyên Şengalê xwedî li asayîşê û saziyên xwe derdikevin.
Sazî û dezgehên Şengalê yên bi kedeke mezin hatine avakirin, bi biryardarî têne parastin. Ji 7 heta 70 salî şêniyên Şengalê xwedî li asayîşê û saziyên xwe derdikevin.
Gelek jin, ciwan, kalemêr rahiştin çekê, rext li bejna xwe girêdan û li dora şervanên Asayîşa Êzidxanê bûn xelek.
Li gelek avahiyên Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ û YJŞ'ê, her wiha li sazî û avahiyên meclîsa gel, xelkê Şengalê dest bi nobedê kiriye.
Li gundê Dugirê, komek ji kalemêrên Şengalê li Meclîsa Gel heta derengiya şevê nobed girt û saziya xwe ji êrişan parast.
Xelkê Şengalê dixwaze artêşa Iraqê ya bi serkêşiya Fermandariya Mûsilê ji bo dagirkirinê berê xwe daye Şengalê, ji herêmê vekişe.