Gelê Botanê li hemberî şer di ‘Nobeta Jiyanê‘ de ye

Li hemberî şer “Nobeta Jiyanê“ ya gelê Botanê berdewam dike. Di Nobeta Jiyanê de peyama, “Divê em li hemberî şer bên cem hev û têkoşînê bilind bikin“ hat dayîn.

Dewleta Tirk a dagiker di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji hewayî û bejahiyê ve êrîşeke mezin da destpêkirin. Li dijî vî şerê ku hatiye destpêkirin, rêxistinên HDP'ê yên navçe û navenda Şirnexê roja cejnê “Li dijî şer nobeta jiyanê” dan destpêkirin. Nobeta ku duh li navend û hemû navçeyên Şirnexê hat girtin, îro tenê li navenda Şirnexê li avahiya HDP'ê ya Bajar bi awayekî girseyî hat girtin.  

Parlementerên HDP’ê yê bajêr Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û navenda Şirnexê, aktivîstên TJA’yê, hevşaredarên Silopyayê, Cizîr û Hezexê, nûnerên KESK'ê yên bajar û gelek welatî tevlî nobetê bûn. Di nobetê de pankarta ku gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin "Me li ber xwe da û çok nedanî bi me serbilind bin" , "Tecrît sucê mirovahiyê ye" , "Em HDP’yî ne ber bi serkeftinê ve dimeşin" û " Em HDP’yî ne li her derê ne" hatin daliqandin. Nobet bi stranên beşdaran û dirûşma ‘’Berxwedan jiyan e’’ dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin û li ser şerê AKP-PDK’ê nirxandi hatin kirin.

‘LI DIJÎ ŞER EM BIBIN YEK‘

Di berdewamiya çalakiyê de li ber avahiya HDP’a Şirnexê bi girseyî daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gûngen axivî. Gûngen diyar kir ku li dijî şerê navxweyî pêwistî bi tifaqiyê heye û wiha got:” Îro roj roja tifaqa gelê Kurd e. Heger li Rojhilata Navîn yêkitiya gelan neyê avakirin wê jiyaneke nû neyê avakirin. Heger ku yêkitiya me tunebe wê azadî jî nebe. Em hêvî dikin ku sedsala 21’emîn bibe sedsala serkeftina gelê Kurd. Divê em li dijî şer bibin yek.”

LI ROJHILATÊ NAVÎN HEWILA PROJEYÊN NÛ

Piştre Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî û got: “ Di nava şerê hewl tê dayîn ku di şexsê Rojhilatê Navîn de gur û geş bibe de, em ne qala cejnê lê ya pevçûnan dikin. Welatên hegemon, dixwazin ku Rojhilatê Navin bixin nav pevçûneke mezin, hevsengiyeke nû çêbikin, petrol û gaza xwezahî ya li Başûrê Kurdistanê bi dest bixin û bibin Ewropayê. Dilê wan li bikaranîna hikûmeta AKP-MHP’ê ye. 40 sal in ku gelên Tirkiyeyê tu xêr ji pevçûna dewletê bi Kurdan re nedîtine. Pesindana bi şer, xwe qurekirina bi hejmara miriyan ne qehremanî ye. Kirêtî ye, derketina ji mirovahiyê ye. Hikûmeta AKP’ê ji bo berjewendiya xwe, ji bo pêşeroja xwe ciwanên Tirk li Başûrê Kurdistanê dide kuştin. Tu xêra Tirkiyeyê di vê de nîn e.’’

“WÊ KÎ BI SER BIKEVE?’’

Ozguneş, bal kişand li ser êrîşên li hemberî Şengalê jî û wiha got: “ Gelê Êzidî ji bo kê gef e. Li wir civakeke bi 200 hezaran heye. Bi bawerîya xwe, li ser axa xwe dixwazin ku hebin. Em hikûmeta AKP’ê hişyar dikin. Jixwe hikûmeta Sûriyeyê bi lîstikê xapiya, welatê xwe serobino kir. Niha dixwazin Tirkiye û Îran, Iraq, gelê Ereb û Kurdên azadîxwaz bînin hemberê hevûd. Lê wê kî ji vê pevçûnê bi serkeftinê derbikeve. Ji xeynî mirin û xizaniyê tu tişt nîn e tê de. Hinek bi guhên wan de dikin pistepist; di sala sedemîn de dixwazin bi zora çekan Mîsak-i Miliyê bi dest bixin. Gel vê qebûl nakin.’’

XEYALÊN ENWER PAŞA

Ozguneş, bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: ‘’Bi gur û geşkirina şer, barê hêzên hegemonîk rast nekin. Heke hûn dixwazin Mîsaq-i Miliyê berfereh bikin, ji dewlemendiyên li Rojhilatê Navîn sûdê werbigirin, de haydê werin meydanê. Werin em demokrasî û edaletê bikin serwer. Van sînoran rakin. Bila dewlemendiyên Tehranê jî, ya Bexda û Şamê û Enqereyê jî tev bibin ên gelên me. Cihê ku her kes şer dike, bila bi azadî, bi xwişk û biratî bikevin govendê. Bi kirina nijadperestiyê, dev ji çîrok û xeyalên ’Osmanîtiya nuh’ berdin. Em tev pê dizanin ku Enwer Paşa bi xeyalên xwe çi anîn bi serê Îtihad Teraqqiyê de. Em îro rû bi rûyê heman xetereyan in.’’

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî diyar kir ku wan dest bi çalakiya nobetê kiriye û wiha got: Bi salan e li ser axa me bedelên giran hatin dayîn û pir êş û elem tên kişandin. Em wek gelê Botanê, li hemberê vî şerî li ber xwe didin. Em wek partî û gel li hember şer in. Em ê li têkoşîna xwe ya li hemberê şer dewam bikin. Ji bo parastina jiyanê em ê bi çalakiyên cihê bi cihê li nobeta xwe dewam bikin.’’

Nobet bi dirûşmeyên "Jin şer naxwazin", “Ji şer re na, niha aştî“ û ‘’Bijî aştî’’ bi dawî bû.