Li Şirnexê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir

Li Şirnex û navçeyên wê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bi dirûşmeya “Li hemberî şer aştî, li hemberî mirinê jî jiyan“ çalakiya “Nobeta Jiyanê“ dest pê kir.

Rêxistinên navend û navçeyên Şirnexê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê, bi dirûşma “Li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan” li avahiyên partiyê dest bi çalakiya “Nobeta Jiyanê” kir.

ŞIRNEX

Di çalakiya avahiya HDP’a Şirnexê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên partiyê yên navendê û gelek kes amade bûn.

‘LI HEMBERÎ KURDAN ÊRÎŞÊN BI HOVANE TÊN KIRIN‘

Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen axivî û di serî de Cejna Remezanê li hemû kesî pîroz kir. Gungen, xwest ku cejn bibe wesîleya azadî, aştî û aramiyê û wiha got: “Cejn, tê wateya şahî û keyfxweşiyê. Lê belê di vê cejnê de şerekî dijwar hate destpêkirin û dilê me diêşîne. Li dijî gelê Kurd li Kurdistanê êrîşeke hovane tê kirin. Li dijî vî şerî me li  Botanê ji bo du rojan dest bi çalakiya jiyan û aştiyê kir. Em ji şer re dibêjin na û ji aştiyeke mayînde re jî dibêjin erê. Banga me ji gelê me yê Botanê re ew e ku xwedî li vê nobetê derkevin.”

‘DIVÊ EM VÊ FAŞÎZM Û ŞERÎ BIDIN RAWESTANDIN‘

Piştre Parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û anî ziman ku hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê MHP li dijî hemû Kurdan û hêzên azadîxwaz êrîş daye destpêkirin. Ozguneş da zanîn ku li hemberî Başûr, Şengal û Rojava êrîş hene û wiha pê de çû: “Li Bakur êrîşî hêzên me, gelên me, partiya me û hêzên demokratîk dikin. Ev, konsepteke şer e. Hikûmeta AKP’ê dixwaze ji şerê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê-NATO’yê de sûd bigire. Li Rojhilata Navîn niha Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Di nava vê hevsengiyê de welatê xwe weke cihekî stratejîk dibînin û dixwazin ji vê stratejîkbûna xwe sûd bigirin da ku bi derfetên berfirehtir û bi hemû hêza xwe êrîşî hêzên Kurdan bike. Bi mebesta Osmaniya nû dixwazin başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava jî di nav de yekser di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de dîsa şer bidin destpêkirin. Xwedî armancên qirêjî ne û li ser gelê me dimeşînin. Lewma rêxistinên me yên Botanê biryar dan ku di van her du rojên cejnê de nobeta aştî, aramî û jiyanê bidin destpêkirin. Banga me ji gelê me re ew e ku piştgiriyê bidin nobetê û dengê xwe bilindtir bikin. Divê em vê faşîzm û şerî bidin rawestandin. ”

BANG LI GEL KIR

Bi domdarî Ozguneş bi bîr xist ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê de gel, jin, ciwan û kedkaran li hemberî şer bertekên xwe bi zelalî nîşan dane û wiha bi dawî kir: “Em nikarin bibêjin ev bertek bes in. Ji niha û pê de jî divê hemû gelê aştîxwaz û demokrasîxwaz yekser li hemberî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê gelên me bi çalakiyên xwe rê li ber vî şerî bigirin. Em ê bi têkoşîna xwe li Tirkiye û Rojhilata Navîn rê li ber aştiyê vekin.”

Piştî axaftinan jî cejna xelkê Şirnexê yên ku hatin serdana çalakiyê hat pîrozkirin. Welatiyên ku ji bo piştgiriyê hatibûn serdana nobetê, stran gotin.  

SILOPÎ

Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî çalakiya nobetê hate destpêkirin. Bi sedan kesan piştgirî dan çalakiya nobetê. Yek ji kesên piştgiriyê dide nobetê Abdullah Bakşî, xwest ku êrîşên li ser Kurdan bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin wekhevî û aşitî pêk bê. Bila îşkenceyên li girtîgehan bi dawî bibe û bila çiyayên me neyên bombebarankirin. Divê li hemberî êrîşan Kurd bibin yek û bi yek dengî li hemberî êrîşan rawestin.“

CIZÎR

Li navçeya Cizîra Şirnexê jî çalakî hate destpêkirin. Nîştecihên Cizîrê bi komî herikîn avahiya HDP’ê û piştevaniya çalakiyê kirin. Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Hevşaredarên Cizîrê yên ku li cihê wan qeyûm hatiye tayîn kirin Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya li vir wê heya saet 17:00’an dom bike.

HEZEX, ELKÊ Û QILEBAN

Li navçeyên Hezex, Elkê û Qilabanê jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bi dirûşmeya “Li hemberî şer aştî, li hemberî mirinê jî jiyan“ çalakiya “Nobeta Jiyanê“ dest pê kir.