Xelkê Mexmûrê bang kir: Şengalê bi tenê nehêlin, xwedî lê derkevin

Şêniyên wargeha Mexmûrê li ber êrişên li ser Şengalê rabûn û bang li gelê Kurd kir ku şengalê bi tenê nehêlin û xwedî lê derkevin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Şengalê rabûn.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen daxuyanî da û qirkirina heta niha li Şengalê û civaka Êzidî hatine kirin bi bîr xist.

Pakîstan Bîlen got, "Ji bo tinekirin û qirkirina gelê Êzidî êrişên berfireh li ser Şengalê dewam dikin. Dewletên desthilatdar ji bo nûkirina sînorên xwe êrişî hemû cihên ku pergala neteweya demokratîk hatiye sazuman kirin dikin. Ji bo sîstema xwe li van herêman bi cih bikin, bi her cûreyî êrişan dikin. Pêwîste em wek gelê Kurd di ferqa vê rastiyê de bin. Ji ber ku em di serdemek girîng a dîrokî de ne. Divê em gelê Kurd li hember van êrişan rojane di nava çalakiyan de bin. Pêwîste em dîrokê baş bixwînin û li gorî  wê li hemberî hêzên dijî gelê Kurd ên ku dixwazin gel Kurd tine bikin rawestin."

Bîlen herî dawî ev bang kir: "Divê wek gelê Kurd em xwedî li gelê xwe yê Êzidî û Şengalê derbikevin û wan bi tenê nehêlin."