HPG: Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 14 dagirker hatin cezakirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuayniyekê ragihand ku di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê 14 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Hêzên me bi taktîkên gerîla yên profesyonel ên serdema nû, bi rêbaza şerê tîm ê bi tevger û bi bikaranîna çeperên şer bênavber çalakiyan lidar dixin. Di çalakiyên tîmên me yên gerîla de ku bi pêşengiya YJA Starê hatin lidarxistin, 14 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper hatin rûxandin û derb li çeperekê hate xistin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

HERÊMA AVAŞÎNÊ

3'ê Gulanê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me li dagirkerên li Girê Werxelê xistin û dagirkerek ceza kirin. Heman saetê hêzên me yên YJA Starê saet di 12:15'an de li dagirkerên li qadê xistin.

HERÊMA ZAPÊ

3'ê Gulanê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

3'ê Gulanê saet di 15:50'î de li Qada berxwedanê ya Kurojahro, li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn, hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin.

3'ê Gulanê saet di 09:00 û 15:00 de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Kurojahro xistin. Bi rengekî serketî derb li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

3'ê Gulanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro, hêzên me bi rêbaza sûîqestê li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Amargî xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

3'ê Gulanê saet di 13:45 û 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Kevirêkun xistin. Di encama çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş dagirkerên li çepereke derdora Girê Rûbar ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Heman rojê saet di 15:45'an de hêzên me li çepera dagirkeran dan. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeper jî hat rûxandin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obusan bombardûmaneke giran li qadê kir û bi şev jî bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê bir.

3'ê Gulanê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li qada Girê Rûbarok bibarîne. Hêzên me dest li helîkopteran werdan û di encamê de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

HERÊMA XAKURKÊ

3'ê Gulanê saet di 17:30'î de li dijî sê çepreên dagirkeran ên li Girê Şehîd Axîn, hêzên me yên YJA Starê piştî kontrolkirina ji bo demekê, bi çalakiya gerîla ya koordîneyî ji sê baskan ve lê dan. Di vê çalakiya serketî ya hêzên me yên YJA Starê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper rûxiyan û derb li çeperekê hate xistin.

Artêşa Tirk ku li hemberî îradeya ji pola ya gerîlayên Apoyî bêencam maye, 19 caran bi balafiran qadên berxwedanê bombe kir. Her wiha bi dehan caran ji qereqolên li ser sînor bi obusan bombe li herêmê barand.

AGAHIYÊN LI SER BOMBARDÛMANÊ

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanên hatine kirin wiha ne:

3'ê Gulên saet di navbera 15:30 û 16:30'î de Girê Cûdî yê li herêma Zapê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

3'ê Gulanê saet di 17:30'î de qadên Girê Şehîd Hakî yên Xakurkê bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin. Heman rojê saet di 16:00 de li herêma Metînayê 2 caran bi balafirên şer bombe li Girê Hakkarî hate barandin.

3'ê Gulanê saet di navbera 13:00-00:00 de li herêma Zapê qadên Çemço, Şikefta Birîndara, Karker, Girê Şehîd Cûdî, Girê Ortê, Şehîd Şahîn, Şehîd Amargî û Kurojahro bi obusan bi dehan caran ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombekirin. Her wiha bi helîkopteran û balafirên şer jî 9 caran bombe kir. Heman rojê li herêmê Avaşînê jî li qada Werxelê bi obusan hate bombekirin."