'Xiyanet û qirkirina li dijî Kurdan dewam dike'

Yek ji şahidên komkujiya Dersimê ya sala 1937-38 Hayrî Pîlavci işaret bi hevkariya PDK-Dewleta Tirk kir û got, "Di 38'an de qetil kirin, niha jî qetil dikin... Xiyanet û qirkirina li dijî Kurdan dewam dike."

Yek ji mezintirîn û girantirîn komkujiya dîroka Tirkiyeyê di salên 1937-38'an de li Dersimê qewimî. Îro salvegera 84'an a vê komkujiyê ye ku weke Komkujiya Dersimê li dîrokê hate nivîsandin. Bi biryarnameya taybet a bi navê 'Biryarên Tenkîlê yên Dersimê' di 4'ê Gulana 1937'an de ji aliyê Desteya Wezîran ve hate amadekirin, li gorî daneyên fermî di sala 1937'an de hezar û 737 kes, di sala 1938'an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Li gorî daneyên ne fermî herî kêm 70 hezar kes li gund, şikeft û qiraxa çeman bi bombekirinê, bi gulereşandinê, bi şewitandinê, bi gazên kîmyewî hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes jî hatin sirgûnnkirin. Zarokên keç ên sax man, ji malbatên xwe hatin standin û ji leşkeran re hatin dayin. Hîn jî agahî ji 'keçên winda' yên Dersimê nayê wergirtin.

Di ser komkujiyê re 84 sal derbas bûn, lê hîn jî êş nehatine jibîrkirin. Têkildarî bûyerên ku hatine kirin li nava dewletê heta niha lêpirsîneke bi tenê jî nehatiye kirin. Cihên ku gorên Seyîd Riza û hevalên wî lê ne hîn jî nayê zanîn.

Di salvegera komkujiyê de em guh didin şahidan.

Yek ji şahidên sax Hayrî Pîlavci di dema komkujiyê de 2 salî bû. Di komkujiyê de gelek ji xizmên wî hatin kuştin, gelek jî hatin sirgûnkirin.

Pîlavci bi axîneke giran dibêje "Malbata min xwe li şikeftê veşartibû. Piştre ew girtin û sirgûn kirin. 9 salan em li Eskîşehîrê li sirgûniyê bûn. Em vegeriyan, lê sirgûnî dewam dike. Em nekarî biçin gundê xwe. Ji sala 1994'an û vir ve em li sirgûnê ne. Xiyanet... Di sala 1938'an de ji xwe Dersimî ji ber vê yekê hatin qetilkirin."

'XIYANET LI SEYÎD RIZA HATE KIRIN'

Bi dewamî wiha diaxive: "Em li sirgûnê bûn. Mezinên min qalê dikirin. Seyîd Riza ji kurê xwe Şêx Hesen re gotiye, 'fikarek di dilê min de heye, wê xiyanetê li me bikin, em ji vir biçin'. Şêx Hesen jî jê re gotiye, 'em hîn bi ku ve biçin, cihekî ku em neçûne nema ye' û israr kiriye ku bimînin. Sibeha roja din leşker diavêjin ser wê derê. Yê ku ji leşkeran re dibêje li wê derê ne Rayber e. 23 kesan li wir qetil dikin. Serê Şêx Hesen li wê derê jê dikin. Ne tenê wî, her wiha zarokan jî li wir qetil dikin. Seyîd Riza ji ber ku wê rojê nekarî Şêx Hesen îqna bike, li gel çend kesan ji wir diçe. Seyîd Riza wê rojê bi vî rengî rizgar dibe, naxwe ew ê jî bihata qetilkirin."

'ELÎŞÊR QETIL KIRIN'

Pîlavci anî ziman ku xiyanet li Elîşêr jî hate kirin û got, "Elîşêr piştî raperîna Koçgirî tê li Dersimê li herêma ku kurên Seyîd Riza lê bûn bi cih dibe. Yên ku herî zêde xwe nêzî Elîşêr nîşan didan xiyanet lê kirin. Malbata Elîşêr hişyariyê dide wî û jê re dibêje 'Ji van kesên ku tên gel me em fikaran dikin, ji wan bawer neke'... Fikar û gumana wan jî bi cih tê û ji aliyê wan ve tê qetilkirin. Elîşêr bi destê Zeynel tê qetilkirin."

'KOMKUJÎ DEWAM DIKE'

Pîlavci diyar kir ku xiyanet hînê dewam dike, lewma Kurd hîn jî têne qetilkirin û got, "Xiyanet nû nîne, hezar û 400 sal in dewam dike. Eşîr bi hev dane qirkirin. Hinek ji wan kirin parlamenter, hinek jî darve kirin. Em rojevê dişopînin. Xiyanet û qirkirina li dijî Kurdan dewam dikin. Ev pirsgirêk, ev xiyanet naqede... Ji wê rojê û vir ve her tiştî li ser Kurdan ava dikin. Di sala 1938'an de qetil kirin, niha jî qetil dikin.

'XIYANET DEWAM DIKE'

Niha jî di nava eşîran de heman xiyanet dewam dike. Mebesta min ne eşîr hemû ne, mebesta min ew eşîrên ku xiyanetê dikin. Em salên berê bi bîra xwe ve bînin, milet qir kirin. Hîn jî dest ji hevkariyê bernadin."

'AXAFTINÊN ME BIKIN ARŞÎV'

Pîlavci herî dawî got, "Ji şahidan kes nema. Yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Yên hatine vegotin bila neyên jibîrkirin. Axaftinên me bikin arşîv."