Dîmenê çalakiya YJA Starê ya li Avaşînê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê ya li herêma Avaşînê weşand, ku 3 dagirker hatibûn cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşîn;

13'ê Nîsanê saet di 18:13'an de hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Dilgêş xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê dan. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li du çeperên li ser gir hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera mobesse hatin îmhakirin."