Berxwedan geş dibe, 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA-Starê didome. Di van çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobeseyek hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker zêde kirine û berxwedan geş kirine. Hêzên me qadên berxwedanê berfirehtir kirine û derbên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me bi ruhê milîtaniya Apoyî bi tîmên gerîlayên gerok hin çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin û derb li 2 çeperan hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ne:

LI HERÊMA ZAPÊ

Di 1’ê Gulanê de dagirkeran xwestin li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Armanc a Qada Berxwedanê ya Çiyareş bi cih bibin. Hêzên me ev dagirker xistin bin çavdêriyê saet di 13.30an de ji du milan ve bi koordîneyî li wan dan. Milê pêşîn li çepereke ku 6 dagirker tê de bûn  xist, çepera li vir hate îmhakirin, 6 dagirker hatin cezakirin. Milê duyemîn ê çalakiyê jî li du çeperên dagirkeran xistin. Li vir jî derb li 2 çeperan hate xistin.

Di 1’ê Gulanê de dagirkerên ku li dora çeperên şer ên Girê Rûbar bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi çekên giran bi îsabetî li dagirkeran dan.

Di 2’ê Gulanê de saet di 09.30’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê girêdayî Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin. Di heman rojê de saet di 11.00 û 22.30’an de jî dagirkerên li dora Kevirêkun dîsa bûn hedefa hêzên me. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 2’ê Gulanê de saet di 13.00’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Amargî ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Kurojahro bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kirin.

Di 2’ê Gulanê saet 10.00’an de dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyan herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bombebaran bikin ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sabotajê hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Roja 2’ê Gulanê saet di navbera 11.30-16.00’an de artêşa TC’ê ya dagirker 3 caran çeperên şer ên li Herêmên Berxwedana Serdemê yên Kurojahro bi çekên kîmyewî bomberdûman kiriye.

LI HERÊMA XAKURKÊ;

Roja 2’ê Gulanê saet 11:50’î, hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Axînê bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Piştî vê çalakiya ku 1 dagirker hate cezakirin, artêşa Tirk a dagirker qad bi obus û hawanan bomberdûman kiriye.

LI HERÊMA METÎNA;

Roja 2’ê Gulanê saet 17:50’an, dagirkerên ji tengava Girê Azad bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Hedefên ku di encama vê çalakiyê de hatin tespîtkirin bi awayekî rast hatin derbkirin. Heman rojê saet 12.30’an de li herêma Koordînasyonê pergaleke kameraya mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatiye rûxandin.

ÊRÎŞ DIDOME

1’ê Gulanê saet di navbera 12.00-15.00’an de qadên Girê Amediyê, Boxaza Azadiyê, Kanîgûzê û Girê FM yên girêdayî herêma Zapê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.

2’ê Gulanê saet di navbera 12.00-23.45’an de ji qereqolên li ser xeta sînor qadên Çemço, Saca, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û Sergelê yên herêma Zapê bi sedan caran bi obusan hatin bombekirin û 19 caran jî bi balafirên şer.

2’ê Gulanê saet di navbera 11.50-20.00’an de ji qereqolên li ser xeta sînor qadên Koordîne, Serê Metîna, Golka, Girê Ortê û Beşîlê bi dehan caran bi hewan û obusan hatiye bombekirin, 9 caran jî bi balafirên şer hatiye bombekirin.

2’ê Gulanê saet 17:30’an derdora Ava Lolan a herêma Xakurkê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.”