YBŞ: Êrîş bi fermana Tirkiyê û PDK’ê pêk tên

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku êrîşên hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk a dagiker û bi sorkirina PDK’ê û Fermandariya Operasyona Mûsilê pêk hatiye û got:" Ev hewldanên hikûmeta Kazimî rê li ber dagikirina axa Iraqê vedike. "

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk a dagiker û bi sorkirina PDK’ê û Fermandariya Operasyona Mûsilê pêk hatiye û got: “Hikûmeta Kazimî fermanê ji dewlta Tirk a qirker û dagiker, xiyanetkarê weke PDK’ê digre. Hikûmeta Kazimî fermana van hêzan pêk tîne. Em carek din dibare dibêjin, ‘Pirsgirêka Şengalê ne leşkerî ye, pirsgirêk siyasî ye‘. Ev hewldanên hikûmeta Kazimî rê li ber dagikirina axa Iraqê vedike. Divê gelê me yê Iraqê li hemberî vê hewldanên hişiyar bin û xwedî helwest be.“

‘ÊRÎŞ XIZMETA IRAQÊ NAKE‘

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ev demeke hikûmeta Kazimî bi helwesteke ku xizmeta Iraqê nake êrîşî gelê me û hêzên me dike. Fermandariyê anî ziman ku li hemberî hemû êrîşan ew bi awayek xwînsariyê nêz dibin û rê nadin rewşek cuda rû bide.

‘ME XWEST PIRSGIRÊKÊ BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN‘

Fermandariyê bibîrxist ku di demek ku em wek hêz û gel amadekariya cejna xwe ya serê salê dikirin, di 17’ê Nîsanê de ji aliyê hikûmeta Kazimî ve êrîş li ser bendên Asayîşa Êzîdxanê hat kirin û wiha got: “Ji bo ku ev pirsgirêk mezin nebe û em armanca van êrîşan ji nêz ve fêm bikin, me hewldanên mezin da û me xwest em vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê mixabin di heman şevê de êrîş birin li ser cîhên me û xwastin bi vê êrîşa xwe hemû destkeftîyên me, hêzên me, gelê me û tevahiya nirxên me bin pê bikin û tesfiye bikin. Li vê derê jî gelê me bi heza xwe ve berxwedaniyeke mezin nîşan dan û bi nêzîkatiyeke ku rewş mezin nebe ve em carek din ketin nav tevgerê. Li hemberî vê rewşê em mecbûr man ku xwe û gelê xwe biparêzîn. Ligel vê yekê jî sê hevdîtinan hikûmeta Kazimî nêzîkatiyên xwe yê tûnekirinê ne gûhert û hêzek pir mezin ku ji top, tang û her cûre çekên mezin pêk dihat derbasî xeta şemal kir, ji bo êrîşê xwe dewam bikin, hêzên me bi armanca ku pêşiya şer bigre û ew hêz derbasî nav gel nebe bi ser bendên me de neyên, mecbur man rêka qût bikin, lê carak din bi top, tang û her cûra çekên mezin ve êrîş li ser hêzên me û gelê me yê sivîl kirin.“

‘BI FERMANA TIRKIYEYÊ Û PDK’Ê ÊRÎŞ PÊK TÎN‘

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê anî ziman ku êrîşên hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk a dagiker û bi sorkirina PDK’ê û Fermandarê Operasyona Mûsilê pêk hatiye û wiha pê de çû: “Hikûmeta Kazimî fermanê ji dewlta Tirk a qirker û dagiker, xiyanetkarê weke PDK’ê digre. Hikûmeta Kazimî fermana van hêzan pêk tîne. Em carek din dibare dibêjin, ‘Pirsgirêka Şengalê ne leşkerî ye, pirsgirêk siyasî ye‘. Ev hewldanên hikûmeta Kazimî rê li ber dagikirina axa Iraqê vedike. Divê gelê me yê Iraqê li hemberî vê hewldanên hişiyar bin û xwedî helwest be.“

Fermandariyê destnîşan kir ku bê çek hiştina Êzidiyan û tunekirina hêzên wan dibarekirina senaryoya sala 2014’an de û wiha pê de çû: “Iraq di serdemên krîzên siyasî û civakî re derbas dibe. Ev serdem ji dibe sedema balavbûna îdeolojî û fikrên redîkal û xeternak. Di vê demê bê çek hiştina Êzidiyan û tunekirina hêzên wan dibarekirina senaryoya sala 2014’an de. Ev jî rewşek xeternake.“

‘CIVAKA ÊZIDÎ RASTÎ GELEK FERMANA HATIYE‘

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bibîrxist ku weke civaka Êzidî ji dîrokê ve rastî gelek fermanan hatîna û wiha got: “ Sedema herî mezin jî ewbû ku em ne xwedî hêzeke xweparastinê bûn ,bi taybet dema ku di sala 2014‘an de em bitinê hatîn hiştin ji mafê meye em di asta siyasî û leşkerî de xwe rêxistin bikin û biparêzin. Ji bo wê em ê tu carî xwe bê parastin nehêlin  û em van hawildan û nêzkatyê bi vî rengî bi tu awayê qebûl nakin.“

‘EM Ê MAFÊ XWE YÊ REWA BIKARBÎNIN‘

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê êrîşên dawî de jî agahî da û got: “Di encama vê êrîşê de windahiyên me herdû aliyan çêbûn. Hevrêyekî me şehîd ket û sê birîndarî me çêbûn ji wana yek jî sivîl bû . Em dîsa jî didin diyarkirin ku em pirsgirêkan bi rêbazê diyalog û demokratîk çareserkirinê esas digrin û alîgirê vê ne. Em ne li dijî artêşa Iraqê ne, lê em li dijî siyaseta tunekirin û  bikaranîna artêşê ji bo berjewendî yên hin aliyên derve û hindir in. Lê dîsa jî em ê li hember her cure êrîş, parastina rewa esas bigrin û di encama wê de çî dibe bila bibe, di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike em ê bikin û em gav paşde navêjîn. Li ser vî esasî divê gelê me jî li gel hêza xwe ya parastinê berxwedaniya xwe xurt bike û têkoşîna xwe bilind bike û divê gelê me rê nede serkeftina plan û komployê ku tunekirina me armanc dike.”