Fermandar Dalaho: Divê ciwan rahêlin çekê û tevlî berxwedanê bibin

Yek ji Fermandarê Pêngav Şoreşger a Bazên Zagrosê Siyabend Dalaho diyar kir ku dewleta Tirk derbên giran dixwe. Dalaho bang li gelê Kurd û ciwanên Kurd kir ku bila çalakiyan mezintir bikin.

Yek ji Fermandarê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê Siyabend Dalaho êrişên dagirker ên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê nirxand.

Dalaho diyar kir dewleta Tirk her cure teknolojiyê bi kar tîne lê dîsa jî êrişên wê hatiye şikandin û bertek nîşanî rola PDK’ê da.

ŞEV Û ROJ BI BALEFIRAN ÊRIŞ DIKIN

Nirxandina Siyabend Dalaho wisa ye “Di şexsê heval Şaristan, Viyan, Agir, Fedaka û Şervan de yên ku di serê operasyonê de şehîd bûne, ez hemû hevalên şehîd bi bîr tînim. Ez soza xwe dubare dikim ku em ê heta dawiyê têkoşîna wan bidomînin.

Wekî tê zanînd di 17’ê Nîsanê de operasyonek hate destpêkirin. Rêveberiya partiya me warên îdeolojîk, siyasî û felsefî yên vê operasyonê nirxandin. Em di warê leşkerî de binirxînin wê ji bo me baştir be. Di vê rewşê de du xetên şer li hemberî hev şer dikin. Yek jê NATO di serî de xeta artêşeke dewletê ya ku xwe spartiye derve û xwedî teknolojiyeke modern e. Ya din jî xwe dispêre hêza mirov û xwedî xeta parastina gel e. Di salên dawîn de wekî ku em jî bi nav dikin, xeta modernîteya demokratîk. Ev her du xet 40 sal in li hemberî hev şerekî mezin dikin û di dîroka mirovayetiyê de ji bo mezinbûna şer xwedî daneyên girîng e. Lê bi taybetî piştî salên 2015’an şer li gelek qadan belav dibe. Eyaleta me Zap jî ev şer her dem di rojeva me de bû. Vî şerê di navbera me de her dem xwe dida hîskirin.

Bi taybetî piştî sala 2017’an şer kûrtir bû, di sala 2021’an de dema ku dijmin xwest operasyonê bike, beşeke eyaleta me jî di wê çarçoveyê de bû. Me dizanî wê sala 2022’an gelekî cihêtir be, wê dijmin berê xwe bide temamê eyaleta me. Di vî warî de me rewş nirxand û amadekariyên xwe kir. Me kêm zêde çarçoveya operasyonê texmîn kiribû, bi daneyên cihê me dizanî wê êrişeke wisa were destpêkirin. Di vî warî de em ketin nav amadekariyan. Raya giştî vê operasyonê wekî di 17’ê Nîsanê de dizane lê operasyon di 14’ê Nîsanê de dest pê kir. Bi 50 balefiran sê roj û sê şevan, Avaşîn jî tê de, hemû Zap bi balefirên şer, balefirên keşfê û obusan qad hate bomberdûmankirin.

Mirov dîroka destpêkirina operasyonê wisa diyar bike wê baştir be. Dijmin ev tişt wisa îlan nekir û xwest operasyonê veşartî bidomîne. Em di pozîsyona şer de bûn. Piştî êrişa dijmin ji bejahiyê û hewayî leşker anîn, vî tiştî jî çarçoveya operasyonê diyar dikir. Ji bo wan sê rojan bîlanço heye lê mirov dikare bibêje rewşa rastîn ji wê zêdetir e û hejmara balefiran jî zêdetir bû. Hemû herêmên me bi balefirên şer hate bomberdûmankirin lê tiştek bi hêzên me nehat.

HER CARÊ ÊRIŞÊN WAN HATIN ŞIKANDIN

Di 17’ê Nîsanê de bi balefirên şer û helîkopterên êrişê de leşker danîn hemû qadan û operasyona dagirkeriyê hate destpêkirin. Beriya wê hemû hêzên me, li gorî wê xwe bi cih kirin. Ji ber ku me dizanî amadekariyên berê hatiye asteke girîng, ji bo me ne zehmet bû em pêşwaziya operasyonê bikin. Li hemû girên di destê me de, şer dest pê kir. Helîkopterên Skorsky nekarîn xwe deynin girê di destê me de. Bi alîkariya kobrayan hewl dan ji Skorksyan leşkeran deynin lê her carê hevalên me li wan dan.

Ji bo hevalên em nikaribin teknîkên di destê xwe de bi kar bînin balefirên şer digeriyan, lê ew jî bi ser neketin. Di rojên pêşîn de nekarîn leşkeran deynin qadê. Bi qasî ku min fêm kir, dijmin jî vî tiştî wisa dide diyarkirin. Bi taybetî ji ser Şêladizê li ser xeta Kurojahro ji bejahiyê ve ketin qadê. Ji herêmên ku di destê PDK’ê de ye, leşkerên Tirk bi peyatî hatin qada Kurojahro. Tîmên me yên li qadê li leşkerên dijmin dan û dijmin hê li cihê xwe ye. Dixwaze xwe nêzî tunelên şer bike. Dixwaze vegere qadên ku hevalên me li wan dane. Ji bo vî tiştî teknolojiyeke xurt bi kar tînin. Li cihên hevalan dixin da ku karibin ji xwe re derfeta tevgerînê ava bikin. Li hinek deran tevgera wan hebe jî li hemû qadan hevalên me li hemberî dijmin li ber xwe didin û li gelek deran hevalên me êrişî dijmin dikin. Dijmin di çapemeniya xwe de got ‘Qonaxa yekemîn temam bû’ mirov vî tiştî berevajî binirxîne wê baştir be.

YEK TUNELÊN ME NEKETIN DESTÊ DIJMIN’

Eşkere ye ku plan di serî de bi ser neket. Wek parêzgeh, plana me ya yekem bû. Operasyona dijmin li gorî ku me dixwest hate bersivandin û berdewamiya vî şerî bi cih girtin hate fehmkirin. Di vê wateyê de guncav e ku mirov vê gotina dijmin bi paş ve bixwîne. Niha li ser xeta Ertûş û xeta Kurojahro hema bêje her tim pevçûn diqewimin û piraniya wan jî bi pêşengiya hevalên me ne. Dijmin xwe nêzî hin gir û tunelên şer kiriye. Dijmin tu tunelên me yên şer negirtine, berovajî vê hewl didin ku cenazeyên xwe nêzî tunelên me bikin. Di vê wateyê de taktîka du alî ya partiya me, Navenda Parastina Gel; şerê tunel û bejahî hem rastbûna xwe îspat kiriye û hem jî di pratîka heyî de bi ser ketiye. Serkeftinek dubare ye. Dê rast be ku meriv wê wekî berdewamiya 2021’an bide nasîn.

Ev şer ne şerekî hêsan e. Dîsa divê raya giştî, gelê me, dostên me vê bizanibe. Têkoşîneke dijwar didome. Dijmin di dagirkeriyê de israr dike. Di vê wateyê de, diyar e ku dê dijwar be. Tê fêmkirin ku bi hemû hêza xwe seferber kiriye. Li hemberî vê jî ruhê fedaî yê Apoyî ketina şer a li ser navê azadiyê tê wateya şerekî mezin. Rewşa li qadê ev e.

Ger em şerê heta niha di nava 11 rojan de bînin ziman, ev rewşeke gelekî bilind e. Ev yek bi ruhê fedakarî yê herî bilind, sekna leşkerî û hezkirina azadiyê ya ku gerîlayên PKK’ê derxistiye holê dikare were îfadekirin. Li hin cihan hevalên me li dijî teknîka dijmin û nefesa wan ya qirêj li ser xaka me biçikînin, şer kirine. Di hin deman de hevalên me heta dawiyê li ber xwe dan û tunelên xwe parastin. Mînak çend roj berê hevalên me li herêma Çiyareşê çûn ser 7 cenazeyan dijmin. Li aliyê din rêhevalên me yên jin ên li Kurojahroyê li dijî leşkerên dijmin ên ku dixwestin bikevin herêmê derb kirine. Helbet şerekî giran e, berdêlên wê hene. Çawa ku min di destpêkê de navê wan anî ziman, gelek hevalên me şehîd ketin, lê di dawiyê de em serkeftinê dibînin. Rastiya stratejiya me ya heyî û taktîkên me yên bi biryar ji îro ve derketiye holê. Di heman demê de ji bo pêşerojê îşaretên serkeftinê jî dide. Şer bi encamên xwe diyar dibin. Ji hêla stratejiyên gelemperî ve çiqas xizmetê dike dikare were fêmkirin. Derket holê ku pratîka şer a heyî serkeftina stratejîk a tevgera me ya azadiyê gav bi gav diyar dike. Di vê wateyê de em diyar dikin ku em ê bi ti awayî paşde gav neavêjin û weke eyalet li hemberî hemû meylên dijmin çi pêwîst be em ê bikin. Em hêza vê ji Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û rêhevalên xwe yên ciwan digirin, ku niha di serî de, li tunelan û li bejahiyê bi coş û baweriyeke mezin li dijî dijmin li ber xwe didin, bi coş û baweriyeke mezin êrîş dikin. Em bi vê serbilind in.

‘LI HEMBER PDK’Ê TEHAMÛLA ME NEMAYE’

Li aliyê din PDK jî parçeyek ji vî şerî ye. Helbet, bi gotineke konkret, me dît ku leşkerên Tirk ji girê ku gelê me yê Başûr lê bi cih bûne, bi wesayît an jî bi peyatî derbasî herêmên me bûne. Nîşana wê yekê ye ku PDK beşek ji şerê heyî ye. Helwesta me di vê mijarê de zelal e. Helbet hemû kadro jî weke şervanên partiyê girêdayî polîtîkayên giştî yên tevgera me ne. Dîsa partiya me xwedî hewldanên yekîtiya neteweyî ye, polîtîkayên xwe yên rojane li gorî encamê derdixe holê. Em weke kadro her cure fedakariyê dikin, lê divê were zanîn ku weke gerîlayên Kurd û fedaîyên Apoyî em di dawiya tehmûla xwe de ne. Di vê wateyê de şîreta min ew e ku zêde bi me re rû bi rû nemînin. Ez niha difikirim çawa li Kurojahro, Şeladize hwd. em zindî de şer dikin, temaşe dikin. Her kes dizane ku em çiqas bi destan û destkeftiyan tije ne. Ger yekîtiyek wiha hebe, bila bi dewleta Tirk re, bi girseya faşîst re, ne li pişt yên din di eniya şer de cih bigirin. Ger ne wisa be bila ew jî ragihînin û li gor wê em helwesta xwe diyar bikin.

BANGA LI CIWAN Û GEL

Di şerê heyî de em hêza xwe ya herî mezin ji gelê xwe digirin. Em dişopînin; Gelê me her tim ji bo azadiyê fedakariyê dike. Ji bo van kesan her tiştî hêja ye. Em hêvî dikin ku gelê me hîn bêhtir tevlî vê têkoşînê bibe, bi xurtî îfade bike ku li her derê li kêleka keç û kurên xwe yên ciwan disekinin û bi çalakiyên xwe bersivên xurt bidin.

Divê ciwanên Kurd çekên xwe rakin û di van refan de cihê xwe bigirin. Her ciwanê Kurd mecbûr e beşdarî vê têkoşîna azadiyê bibe. Rewşa heyî vê li ser hemû ciwanan ferz dike. Di her rewşê de yê ku vî şerî dimeşîne ciwanên Kurd in.

Li ber hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî serê xwe ditewînim, em ê heta dawiyê li ser soza ku me daye wan bimînin."