Di meha Nîsanê de 4 rojnamevan hatin destgîrkirin, rojnamevanek jî hate girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) diyar kir di meha Nîsanê de 4 rojnamevan hatin destgîrkirin, rojnamevanek hate girtin, êrişî 2 rojnamevanan hate kirin û 16 nûçe hatin astengkirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Nîsanê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê, bal kişand ser 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê û diyar kir ku vê rojê bi zext, qedexe û sansura li ser çapemeniyê pêşwazî dikin.

Bi domdarî DFG’ê da zanîn ku li welatên demokrasî lê tune, çapemeniya ku rola xwe dilîze her tim dibe hedefa êrişên desthilatdariyê û wiha domand: “Tirkiye yek ji wan welatan e ku her tim dixwaze medyayê têxe bin kontrola xwe. Li Tirkiyeyê piraniya çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye. Rojnamevan nikarin bi rengekî azad karê xwe bikin. Yên dikin jî dibin hedefa desthilatdariyê. Li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Rojnamevan her roj bi astengî û gefan re rû bi rû dimînin. Polîsên ku hêza hikûmetê didin pişt xwe bi hêsanî rojnamevan destgîr dikin. Tevî vê yekê jî derheqê van polîsan de tu lêpirsîn nayên destpêkirin.”

'60 ROJNAMEVAN DI ZINDANÊ DE NE, 4 ROJNAMEVAN HATIN DESTGÎRKIRIN'

Di berdewamê de DFG’ê destnîşan kir ku di meha nîsanê de 50 rojnamevan hatin darizandin û ev agahî parve kirin: “Niha zêdetirî 60 rojnamevan di zindanê de ne. Ji azadiya xwe bêpar in. 4 rojnamevan hatin destgîrkirin. Hêj qedexe û sansûra li ser saziyên çapemeniyê didomin. Mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. RTÛK, bi cezayên xwe dixwaze çapemeniye bêdeng bike. Di meha nîsanê de nêzî 10 malperên înternetê û 16 nûçe hatin astengkirin. Heta niha malpera Ajansa JinNews’ê ku li Tirkiyeyê tekane ajansa jinan e, 43 caran hatiye astengkirin. Ev jî rewşekî xeternak nîşanî me dide. Em, 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di nava rewşekî wiha de pêşwazî dikin.

Em dibînin ku tevî van astengiya jî rojnamevanên ku çapemeniya azad diparêzin hene. Em dibînin ku rojnamevanên bi rûmet hene. Em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamevanên ku ji bo çapemeniya azad têdikoşin, pîroz dikin.”