Xizmên girtiyan di cejnê de jî çûn ber girtîgehê

Xizmên girtiyan di cejnê de jî çûn pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê û bal kişandin ser zilma li girtîgehan.

Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê astengkirin werin berdan, li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobet di roja 169’an de didome. Malbat di Cejna Remezanê de jî çûn pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Rêveberên MED TÛHAD-FED û TÛAY-DER’ê jî piştgirî dan malbatan.

Încî Guler a ku xizmên wê jî girtiye diyar kir ew bi mehan in di nobeta edaletê de ne û got “Îro cejn e lê va ye wêneyê bêedaletiyê li ber çavan e. Girtiyên edlî dikarin bi malbatên xwe re cejnê pîroz bikin, ev destûr dane wan. Lê me daxwaza mirovî kir. Girtiyên bi salan in di girtîgehê de ne û cezayê wan qediyane divê werin berdan.”

‘LI SER ZAROKÊN ME ZILM HEYE’

Hakki Boltan ê ku ew jî xizmê girtiyan e got “Daxwazên me zelal in. Zarokên me nexweş in û di girtîgehê de ne. Li ser wan zilm û zexteke mezin heye. Em dixwazin ev zilm biqede. Divê dewlet li gorî peymannameyan tevbigere û lê mixabin qanûnên xwe li ser zarokên me pêk nayê. Em bang li baro, komeleyên mafên mirovan, partiyên mûxalif dikin ku bila piştgiriyê bidin me. Bêedaletiya li ser zarokên me tê meşandin, pirsgirêkeke mezin e. Em dixwazin ve pirsgirêk ji holê were rakirin.”