Li Mexmûrê ji bo Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag merasîmek hat lidarxistin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdan Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag jî ku di dem û cihên cuda de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi meresîmeke girseyî hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag, bi merasimeke girseyî hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi tevlîbûna bi sedan şêniyan hat lidarxistin.

Beriya ku merasîm destpêbike ji bo bîranîna tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a wargehê Fîlîz Bûdak axivî.

Bûdak di destpêka axaftina xwe de bi berfirehî bal kişande ser jiyana têkoşînî û sekna berxwedêr ya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi taybetî şehîd Salih Cizîr, minetdariya xwe ya ji bo keda wî ya li beramberê wargehê dayî anî ziman û wiha pêde çû; “Em baş dizanin ku ev konsepta tinekirin û îmhakirinê ya ji aliyê dijmin û hevkarên wê ango mala Barzan e ku ne tenê hevkar e, di heman demê de dijmin e, ger di mala te bi xwe de qesda rihê te dike, ne hevkar, dijminê te ye. Em jî wan wisa pênase dikin, dijminênê Kurd yên xwe bi navê gelê Kurd pênase dikin in, ewane jî destê wan di xwîna şehîdan û wan komkujiyan de heye. Ji bo wê jî sekna ku ev civak li vê derê raber dike, şêweyê jiyana ku ev civak li vê derê ava dike, li Rêbertî û şehîdên xwe xwedî derketin û nûkirina soza dilsoziya bi wan re darbeyeke herî mezin a li dijmin tê dayîn e. Ev wargeh xwedî vê rûmetê ye, xwedî vê hêzê ye ku dikare xwedî li şehîdên xwe derbikeve û xwedî li vê hêzê ye ku bi hemû hêza xwe li beramberî dijmin bi awayekî herî bi rûmet bisekine û hebûna xwe biparêze. Lê rih, ked û rêya ku wan ji me re hiştine, gihandina wê ya serketin û azadiyê û gihandina wê ya asta lûtkeyê erkê me hemûyan e. Erkê me yê exlaqî û wijdanî ye.”

Hevserok Fîlîz Bûdak di dawiyê de di şexsê şehîd Salih Cizîr û gerîlayê PKK’ê yê şehîd Dr. Huseyîn Akdag soza dilsoziya bi hemû şehîdên şoreşê û bilindkirina têkoşîna wan heya azadiyê da.

Piştî axaftina Bûdak merasîm bi nîşandayîna sînevîzyona ku derbarê jiyana têkoşînî ya şehîd Salih Cizîr hatibû amadekirin dom kir.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” bidawî bû.