Ceylan: Wê ev desthilatdarî biçe

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan got, "Hilweşîneke mezin a aborî, siyasî û civakî heye. Ger civak û muxalefet baş birêxistin bibin, şansê neçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê nîne.”

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bal kişand ser êrişên dagirker û operasyonên qirkirina siyasî yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî didome û diyar kir li hemberî faşîzmê berxwedan jî heye.

Serokkomarê AKP’yî Erdogan vê hefteyê dîsa diyar kir ku ji bo êrîşên li ser Rojava ew di nava amadekariyê de ne. Di heman demê de êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê jî didome.  Dewleta Tirk jixwe Efrîn, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiribû û niha jî hewl dide Qamişlo, Amûdê û Kobanê jî dagir bike. Bi operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî amadekariyên vê dagirkeriyê dike. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku burokrasiya dewletê ya klasîk û AKP û MHP’a ya ku niha desthilatdar in li ser esasê nûkirina Lozanê tevdigerin. Ceylan bal kişand ser motîvasyona dewletê ya ku hewl dide xeyalên xwe yên Mîsak-i Mîllî nû bike.

GELÊ KURD DI BIN XETEREYÊ DE NE

Ceylan diyar kir ku hêzên herêmî yên wekî Sûriye, Îran û Iraq jî tevkariyê li polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kurdan dike û got “Ev pêvajo xetere ye. Heke em şertên xwe wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin divê em li geşedanên her du şerê dinyayê binihêrin. Di ya pêşîn de Ermen, Êzidî û Suryan hatin qetilkirin. Di ya duyemîn de jî gelê Yahûdî hatin qetilkirin. Ji ber wê divê em a niha bibînin wê di şerê cîhanê yê sêyemîn de çi dikare pêk were. A niha herî zêde gelê Kurd di bin xetereyê de ne. Divê herî zêde jî gelê Kurd vî tiştî bibînin.”

Ceylan bal kişand ser bandora hêzên herêmî û got “Her kes di nav vê pêvajoyê de ne. Îro tu kes li hemberî Emerîka û Rûsyayê nikare bi 20 balefiran bombeyan li ser Dihok, Şengal û Efrînê bibarîne. Ji ber vê lihevkirinek heye. Desthilatdariya AKP û MHP’ê di vê pêvajoyê de bi hêzên navneteweyî û hêzên herêmî li hev kirine da ku encamekê bistînin. Divê vî tiştî bizanibin, bi şerekî ku didome, bi avakirina zemîna şer û hilweşandinê wê tu kes sûdê nestîne.”

HILWEŞANDINEKE MEZIN HEYE

Ceylan diyar kir armanca sereke ya tifaqa AKP û MHP’ê ev e ku li derve û hundir alozî û bêîstîkrariyê ava bike û li ser vî esasî desthilatdariya xwe bidomîne û got “Divê hêz û saziyên aqilselîm, alîgirên demokrasî û aştiyê tevlî nav pêvajoyê bibin. Di warê ekonomîk, siyasî û civakî de hilweşandineke mezin heye. Dema ku ne bi tenê ji ser Kurdan em ji ser hemû kesan pêvajoyê binirxînin, em dikarin ji vê rewşê re bibêjin êdî bes e. Jixwe van şertan de, ji ber ku Kurdan wekî astengî dibînin, dest bi êrîşên wisa berfireh û tevlîhev kirine.”

LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BERXWEDANEKE DÎROKÎ JÎ HEYE

Ceylan diyar kir ku qedexeyên siyasî, zextên li girtîgehan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û berxwedaneke civakî jî heye û got “Polîtîkayeke faşîzan heye lê dîsa jî bi ser neketine. Li hemberî van tiştan, dijberiya civakê jî heye. Em bawer in wê ev helwest xurt û mezin bibe. Em bawer in wê salên 2022 û 2023’an bibin salên hêzên aştî û demokrasiyê. Heke civak û mûxalif xwe baş rêxistin bikin, tu şansekî neçûna AKP û MHP’ê tuneye. Divê em di nav hewldanên mezin de bin. Em bawer in wê vê hewldana me bigihêje encamê. Ji ber vê em dizanin wê serkeftin ya civakên Kurdistan û Tirkiyeyê bibin.”