Beriya şehadeta xwe gotibû ‘Em xwe ji bo gelê xwe feda dikin’

Demhat Derwêş beriya şehadeta xwe wiha got: “Ez weke gerîlayekî bi kêfxweşî canê xwe ji bo gelê xwe feda dikim. Bê dudilî... Em li ser gotina xwe ne.”

Gerîlayê PKK’ê Demhat Derwêş li herêma Çiyayê Reş a Zapê ji ber êrîşa bombeyên kazanê yên bi kîmyewî ên bi balefirên şer şehîd bûbû. Ji bo 8 canan 8 kazan…Her yek jê bi qasî tonekê giran bû, tê de gaza kîmyewî heye û bombeyên kîmyewî yên 16 ton.  Qirkirina ku li çiyayên Kurdistanê pêk tê mûyê mirovan dike şûjin.

Şehîd Demhat Derwêş beriya şehadeta xwe li hemberî êrîşên dagirker qala biryardarî û asta îddîayê ya gerîlayan kiribû. Derwêş diyar kiribû ku bi giştî êrîşên dijmin zêde ne û gotibû “Pêngava Bazên Zagrosê gelek tişt hînî me kir. Sala 2022’an wê bi giştî saleke giran be. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de pêvajo xera kiribû û plana çokdanînê xistibû dewrê. Bi pêngavên şoreşger ên tevgera me ev plan pûç bûbûn. Li hemberî planên qirkirinê yên ku dijmin dixwest bike, partiya me di şoreşê de israr kir, xeta berxwedan û serfiraziyê diyar kir. Ez jî wekî kadroyekî PKK’ê di warê xeta îdeolojîk û leşkerî de, li gorî vê xeta tevgera me tevdigerim.

TEVGERA ME LI SER SOZA XWE YE

Em dizanin ku wê di sala 2022’an de dijmin êrîşî qadên me bikin. Li ser vî esasî hatina dijmin wê were wateya ku, em ê êrîşên dijmin bişkînin û em ê bigihêjin serfiraziyê. Me ew li Garê û di êrîşên dagirker ên di 23’ê Nîsanê de jî dîtin. Me peyama ku xwestin bidin û asta bersivan jî dît. A rast her tişt li ber çavan e. Di pêvajoya pêşiya me de jî wê rewş ji vêya ne cihêtir be. Gerîla li hemberî van êrîşên dagirker di her warî de amade ye. Ez weke gerîlayekî bi kêfxweşî canê xwe ji bo gelê xwe feda dikim. Bê dudilî... Em ê heta dawiyê li ser soza xwe ya ji bo Rêbertî û gelê xwe bin. Em tevgereke wisa ne ku em li ser soza xwe ne. Bila dewleta TC’yê ya dagirker xwe serkeftî nebîne. Pêvajoya ku Tirkiye tê de ye, a rast wekî pêvajoyeke hilweşandinê ye. Li pêşiya me pêvajoyeke êrîşê heye, em wekî fedaîyên Rêber Apo, bi berxwedan û serfiraziya xwe, em ê dijmin li van çiyayan têk bibin.”