Diyar Xerîb bi merasîmekê hat bîranîn- HAT NÛKIRIN

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) di salvegera 3’an a şehîdbûna xwe de li parka ber derê mala wan, bi merasîmekê hat bibîranîn.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) bi merasîmeke bi heybet û bi tevlîbûna malbat û sedan kes û rewşenbîran tê bîranîn.

Li qada merasîmê wêneyên şehîd Helmet, şehîdên Çemçemal, şehîd Ferhad Şiblî, Mihemed Zekî Çelebî û gelek şehîdên din hatin danîn. Her wiha li qada merasîmê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ala PKK’ê hate vekirin.

Merasîma ku bi dirûşmeya “Bi ruhê şoreşgerî yê heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Destpêkê Komîteya Malbatên  Şehîdên PKK a Başûrê Kurdistanê ev peyam da: “Dewleta Tirk bêyî cudakarî dixwaze Kurdan qir bike, çekên kîmyewî tê bikaranîn. Li zapê destanên mezin tên nivîsîn. Gel û gerîla bi hev re berxwedan dike. Divê em malbatên şehîdan xwedî li dozê derkevin.”

Piştre peyama KCK’ê ya ji bo merasîmê hatibû şandin jî hat xwendin. Di peyama KCK’ê de jî ev xal derketin pêş: “Em ê tola heval Helmet xurtir hilînin. Li ser vî esasî wê têkoşîna me xurtir bibe. Heval Helmet bûye şoreşgerek mezin ê Başûr. Heval helmet li dijî komplo rabû, bi biryardarî bi erka xwe rabû û bêyî dudilî kar kir.

Tim li dijî dagirkerî û xiyanetê têkoşîn kir. Nûnertiya xeta rast û demokrasî ya Başûr kir.

Bû nûnerê helwesta şoreşgerî, demokrasî û çalakiyê ya li Başûrê Kurdistan.

Divê em xwedî li xeta şehîd Helmet derkevin. Divê erkê xwe baştir û xurtir pêk bînin.”

Piştî peyama KCK’ê, peyamên malbata Diyar Xerîb û ya Tevgera Komelgeha Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatin dayîn.

Her wiha piştî peyaman têkildarê têkoşîn û kesayeta şehîd peyam û helbest hatin xwendin.

Di dawiyê de jî sînevîzyonek li ser jiyana têkoşînî ya şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hate nîşandan. Kêliyên hestyar hatin jiyîn.

Piştî sînevîzyonê Komîteya Çalakiyê spasiya girseyê kir û anî zima ku tevî astengiya jî wan merasîma bîranîna şehîd Helmet lidar xistin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Li cihê merasîmê standa îmzeyan ya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hat danîn û îmze hatin komkirin. Dîsa pirtûkên şehîd Helmet jî hatin belavkirin.