Ev şer şerê wan e

Çûyîn kengî jî be timî bêwext e. Li vî warî ne yê diçe, lê çûyîn bi xwe sereke ye. Çûyîn niha deyn e, wezîfe ye, eşq e. Lewma dema ku tu yê diçe bi rê dike, hêviyên xwe yên serketinê hemûyan radestî wê/î dike.

Diçin. Bêyî ku li pey xwe binerin, ji ber ku zanin divê biçin, diçin. Xatir dixwazin, hêviya serketinê tînin ziman, gelek tiştan radestî hev dikin û diçin.

Atmosfereke hestewar jî be kes nîşan nade. Ji ber ku gerîla baş bi vê zane; li vê derê pêwîstî bi vê nîne. Lewma bi destê hev digirin û hevrêyên xwe hembêz dikin.

Ne ji bo yên çûyî, ji bo yên mayî lêgerîn destpê dike. Çûyîn kengî jî be timî bêwext e. Li vî warî ne yê diçe, lê çûyîn bi xwe sereke ye. Çûyîn niha deyn e, wezîfe ye, eşq e. Lewma dema ku tu yê diçe bi rê dike, hêviyên xwe yên serketinê hemûyan radestî wê/î dike.

Radihêjin çekên xwe ku tevahiya şevê paqij kiribûn, şûtika xwe dişidînin, rext û benikê pêlava xwe girê didin.

Kom çenteyê xwe kontrol dike; çenteyê kê giran be her kes bi alîkariya wê/î ve diçe, alîkariyê didin. Li nava gerîla her tişt bi vî rengî ye. Tu beriya hevrêyên xwe xwe berdide nava zor û zehmetiyan. Barê herî giran tu hildigire, tu diçe qadên herî zehmet, fîşeka destpêkê tu diteqîne, tu destpêkê dimeşe û tu xwe diavêje pêşiya fîşeka destpêkê, beriya hevrêyên xwe.

Erzaqê li çeteyên xwe bi cih dikin. Di çenteyên wan de pariyek nan heye. Av, penêr û çend zeytûn hene. Bi kurtasî pêwîstiya jiyanê.

Kenê du gerîlayên jin li ber kamerayê dikeve.

Navê xwe Dîcle ye, ji parçeyê herî biçûk ê kurdistanê li Kobanê ya ku dilê bi milyonan sosyalîstî lê da, ji dayik bû. Û da ser rêya gerîla. Niha li Zapê bi dilekî mezin, bi eşqeke mezin diçe çalakiyê. Dibêje, "Ev ne tenê şerê Zapê ye, ev şer şerê me hemûyan e. Belavbûna şer li qadeke berfireh ji bo me bû avantaj. Ji ber ku ev çiya çiyayên me ne, her dagirkerên têne van çiyayan ji bo me hedef in. Lewma jî ne girîng e bê em li ku ne. Ev şer şerê tevahiya gerîla ye."

Rûyê wan li ken bû. Dema ku diçûn jî dikeniyan.

Gerîla bi rê ket. Bi soza dilsoziyê dest bi meşê kir.

Gerîla Nîrvana û Dîcle careke din dinihêrin û dikenin.

Di çavê Nîrvana de kûrahiyek heye. Haya xwe ji her tiştên diqewimin heye. Min ev hest beriya niha bi gelek gerîlayan re dîtibû.

Nîrvana gelekî şer dîtiye. Li Bakurê Kurdistanê di berbangeke sibehê de berê xwe da Şoreşa Rojava. Êşkenceyên herî barbar ên çeteyên DAÎŞ'ê dît. Hevrêtiyên mezin dît. Piştre berê xwe da çiyê. Û niha cihê xwe di nava tîmeke bi tevger de digire. Li her qada ku diçe, ji bo Zapê çalakiyan lidar dixin.

Yên ku bi esasî xistine çenteyên xwe hêvî ye, baweriya bi vegera li hev e, daxwaza mezin a azadiyê ye, serketin e. Ji wê û pê de jî rê ye, rêwîtî ye.

Ev şer şerê wan e. Lê belê serketina ku bi dest bixin wê bibe serketina tevahiya gelên Kurdistanî.