Gorên bi komî yên li Şengalê tên vekirin

Dest bi vekirina 6 gorên bi komî yên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê qetil kirine hat kirin.

Di fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an de ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê rakir, li gelek gund û navçeyan qetilam hatin kirin. Ên qetilkirî xistin gorên bi komî. Heta bi niha 34 gorên bi komî yên 87 gorên komî yên li Şengalê tespît bûne, hatine vekirin. 

Di van rojên salvegera fermanê nêz dibe de cardin behsa aqûbeta yên  di fermanê de winda bûne tê kirin. Hikûmeta Iraqê gorên bi komî yên Şengaliyên di fermanê de hatine qetilkirin vedike.

Dest bi vekirina 6 gorên bi komî yên din ên li gundê Cindê yê li başûrê Şengalê hat kirin.

ŞANDEYA RÊVEBIRIYA XWESER JÎ TEV LÊ BÛ

Bi sedan kes, bi wêneyên qetilkiriyan hatin cihê ku wê gorên bi komî werin vekirin. Şandeya Rêvebiriya Xweser a Şengalê jî hat gundê Qinê yê gorên bi komî tên vekirin.

WÊ CENAZEYAN BIŞÎNIN BEXDAYÊ

Cenazeyên werin derxistin, wê ji bo testên DNA’yê bişînin Bexdayê. Piştî testên DNA’yê, qetilkiriyên nasnameyên wan aşkere bibin wê bidin malbatên wan.

Hat diyarkirin ku wê xebat çend rojan li ber xwe bide.