20 gardiyanan 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kirin

20 gardiyanên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi qasî 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kirin.

Girtiyê siyasî Zulkuf Kaya di dema hevdîtina heftane de ya bi malbata xwe re, diyar kir ku dema ku ew birine revîrê gardiyanan bi qasî 2 saetan êşkence lê kirine.

Agahiyên ku Kaya bi malbata xwe re parve kiriye wiha ne: "Bila her kes zanibe, li Girtîgeha Patnosê êşkence û zilm heye. Dema ku 21’ê Hezîranê ez birim revîrê, 20 gardiyanan êşkence li min kirin. Li pêş doktorê revîrê êşkence li min kirin. Daxwaza me ev e ku parêzer bên girtigehê û zilma ku tên kirin bibînin."

Malbata Kaya bang li parastvanên mafên mirovan kir ku li ser mijarê hişyar bibin.