Li deriyê sînor ê Deştanê pevçûnên dijwar - HATE NÛKIRIN

Ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera Artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê yên li Deriyê Sînor ê Deştanê, derî hat girtin.

Li nêzê deriyê sînor ê Deştanê (Uzumlu) yê li ser sînorê Çela Colemêrgê ya bi Başûrê Kurdistanê  re, di nava gerîlayên Hêzen Parastina Gel (HPG) û Artêşa Tirk de pevçûnên dijwar.

Hat zanîn ku piştî pevçûna bi saetan, deriyê sînor hatiye girtin û gelek ambûlans sewqê herêmê hatine kirin.

7 karmendên gumrikê yên bi destpêbûna pevçûnê re wenda bûn, ne xuya ne.