Rêxistina HDP’ê ya Amedê banga tevlêbûna Kongreya Mezin kir

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku HDP tekane nûnerê gelê Kurd a berxwedêr e û banga tevlêbûna kongreya ku wê 3’ê Tîrmehê li Enqere pêk were, kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê , têkîldarî 5’emîn Kongreya Mezîn a Asayî ya HDP’ê ku wê 3’ê Tirmehê li Enqerê pêk were, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevserokên bajar ên HDP’ê Zeyyat Ceylan, Gulistan Atasoy, rêveber û endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî civînê bûn.

AKP-MHP NEGIHIŞTIN ARMANCÊN XWE

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Amedê Zeyyat Ceylan di civînê de axivî û 4’emîn kongreya asayî bi bîr anî û wiha got: “Me kongreya asayî ya 4’emîn weke bersiva yên ku digotin em ê HDP’ê bigrin, li dar xist. Niha jî 24 seatan êrîşî gelê Kurd dikin. Lê AKP-MHP negihişt armancên xwe. Em gel in tu kes nikare îradeya vî gelî bişkîne.”

Ceylan diyar kir ku êrîşên ku heyî bibe têkçûna AKP-MHP’ê û wiha dewam kir: “Meşa me ji bo aştî û azadiyê ye. HDP’ê li hemberî hemû êrîşan dev ji têkoşîna xwe berneda. Kî çi bike bila bike em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dixwazin Lozana duyemin bi me bidin jiyîn. Lê em ne weke Kurdên 100 sal berê ne. Em ji hemû tiştî re amade ne. Ew êrîş wê bibe têkçûna AKP-MHP’ê. Ji bo HDP’ê jî bibe fînala serkeftinê. Em bang li xelkê Amedê dikin ku bila tevlî kongreyê bibin û bibin dengê azadiya bi rûmet.”

Gulistan Atasoy têkîldarî 5’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê ev tişt anî ziman: “HDP tekane nûnerê gelê Kurd a berxwedêr e. Em bang li hemû xelkê Amedê û her kesên ku dilê wan ji bo azadî û aştiyê lê dide dikin ku ji bo mezinkirina vê tîfaqê û welatekî azad em gavan biavêjin.”