Gelê Mexmûr: Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e

Li Wargeha Panberan a Mexmûrê tecrîda girankirî û cezayê displînê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn, bi meşekî girseyî hate şermezar kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tecrîda girankirî û cezayê displînê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn, bi meşekî girseyî hate şermezar kirin. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, HPG û pankarta li ser “Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê bişkînin, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn“ hatin hildan. Girseya meşê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bimire xiyanet“ berz kirin. Meş heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Li vir ji bo raya giştî daxuyanî hat dayîn.

Berî daxuyaniyê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve hat xwendin.

Budak anî ziman ku wan bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna xwe nas kiriye û wiha got: “Em bi ramanên Rêber Apo mezin bûn e. Heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê timî di nava çalakiyan de bin û her cihê bikin qada têkoşînê. Rêya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêber Apo ye. 23 sal in tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo li hemberî hemû şertên tecrîdê li Îmraliyê li ber xwe dide. Ev berxwedan û îradeyek li ser aqilê mirovan re ye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku gelê Kurd ji rûpelê dîrokê rake, bi teknîka herî pêşketî, bi çekên kîmyewî êrîşê gerîlayên azadiyê dike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre xiyanet“ bi dawî bû.