Gerîlayan li Avaşînê kameraya mobesse rûxandin

Kameraya mobesse ya ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Werxelê ya Avaşînê bi cih kiribû, ji aliyê gerîlayan ve hate rûxandin. Gerîlayan kêlî bi kêlî çalakiya xwe qeyd kirin.

Artêşa Tirk di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên dagirkirinê dabû destpêkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriyê li pey hev çalakiyan li dar dixin. Kameraya mobesse ya ku li herêma Werxelê ya Avaşînê ji aliyê artêşa dagirker ve hatibû danîn û dixwest gerîla bişopîne, bû hedefa gerîla.

BI MOBESSEYÊN XWE BAWER BÛN

Gerîla bi qeydkirina çalakiyên xwe, nûçeyên sexte yên medya Tirk jî pûç dikin. Gerîlayên bi navê Rêvan û Çalak li herêma Werxelê ya Avaşînê li dijî kameraya mobesdeyê çalaki li darxistin.

Çalak û Rêvan ji kameraya gerîlayekî din re axivîn û gotin ku ji bo çalakiyekê li dar bixin hatine çeperên ku artêşa Tirk dagir kiriye.

Gerîlayan diyar kirin ku artêşa dagirker a ku nekarî li hemberî gerîla xwe bigire, cihê xwe terikandiye û reviyaye û got, “Nikarin şer bikin û ji ber vê yekê li hemberî me her cure teknolojiya mezin bi kar tînin. Em jî li hemberî teknîka dijmin şer dikin. Em ê bêhnek din kameraya mobesse ya ku wan li vir danîne îmha bikin."

EW BÛNE DÎLÊ TEKNOLOJYA XWE

Gerîla Çalak û Rêvan ên piştî çalakiyê paşde vekişiyane, destnîşan kirin ku leşkerên Tirk ên bê îrade mane, tenê ji dûr ve bi obus, hawan û êrîşên hewayî dikarin  şer bikin.

Kameraya mobesse ya ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin, careke din nîşan dide ku leşkerên Tirk nikarin li dijî gerîla şer bikin û bûne dîlê teknîkê.