Jina 67 salî ji ber hilgirtina şalekê bi 10 salan hate cezakirin

Jina 67 salî Mencî Osman ji ber hilgirtina şaleke kesk û zor û zer di pîrozbahiya Newrozê de bi 10 salan hate cezakirin.

Ji ber ku di pîrozbahiyên Newrozê de yên 22'ê Adara 2015'an û 20'ê Adara îsal ên li navçeya Dortyolê şala bi rengên kesk, sor û zer hildan, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine' doz li Mencî Orman û keça wê Şahîde Orman hatibû vekirin.

Rûniştina destpêkê ya van herdu dozan li Dadgeha Cezayê Giran a 3'emîn a Hatayê hate dîtin.

Şandeya Dadgehê, bi îdiaya Mencî Orman a 67 salî bi hejandina şala kesk û sor û zer sûcê 'propaganda rêxistinê' kiriye bi 10 salan ceza lê birî.

Rûniştina Şahîde Orman Ozek a li Nexweşxaneya Giyan û Sînêr a Dr. Ekrem Tok a Edeneyê derman dibe hate taloqkirin.