Di raporên nexweşxaneyê de jî diyar bû êşkence li gundiyan hatiye kirin

Hat diyarkirin ku gundiyên ku di çarçoveya êrîşên leşkerî de yên li ser herêma Astenga Reş a navçeya Geverê hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de ji aliyê leşkeran ve rastî êşkenceyê hatine.

Êrîşên leşkerî yên di 26’ê Hezîranê de li ser herêma Astenga Reş a li bejahiya gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Geverê ya Colemêrgê dabûn destpêkirin, dewam dikin. Ji 13 kesên ku di êrîşan de hatibûn destgîrkirin duh êvarê 11 kes piştî îfadeya wan li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê hatin girtin, serbest hatin berdan.

Di encama hewildanên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Colemêrgê de yên bi armanca ku hîn bibin bê ka êşkence li Behçet û Bîrhat Engûdar ên birayê hevûdu ne û hê jî destgîrkirî ne, hatiye kirin an na, di saet 17.30’an de her du bira anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî çavdêriyên li nexweşxaneyê hatin kirin, bi raporên nexweşxaneyê derket holê ku welatiyên ku 2 roj in destgîrkirî mane rastî êşkence û muameleya xirab hatine.

DI RAPORAN DE ÊŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB

Di raporên ku hatine dayîn de diyar bû ku her du bira rastî muameleya xirab û êşkenceyê hatiye; li gorî raporê li ser bedena her du birayan ji ber lêdan û êşkenceyê birîn, reşbûn û şopên birîndariyê hene û nîşan dide bê ka çawa rastî êşkence û lêdanê hatine.  

Hate hînbûn ku birayên Engûdar ên hatin destgîrkirin, piştî raporên êşkenceyê yên li nexweşxaneyê hatin girtin, dîsa birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê.