YJA Star: Her gerîla mîna Zîlan e

Fermandariya Giştî ya YJA Starê diyar kir ku her fermandar û milîtanên HPG û YJA Starê îro bi rêbaz û pîvanên Zîlan şer dikin û got, "Em ê şerê xwe bigihînin serketinê. Dem dema Zîlanbûnê ye."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 26'emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera 26'an a şehadeta hevrê Zîlan de em hemû şehîdên xwe yên ku di dîroka me ya têkoşîna azadiyê de nûnertiya vîna azad kirine bibîr tînin. Di kesayeta hevrê Zîlan de tevahiya pêşeng û qehremanên mezin ên ku di xeta fermandar Zîlan de bûne çavkaniya hêza me ya azadiyê weke hevrê Sema Yuce, Gulan, Leyla Agirî, Ekîn Wan, Mîzgîn Rojhilat, Şevîn, Şaristan ûdi şexsê hemû şehîdên xwe yên Pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê a Şehîd Savaş Maraş û Egîdên Botanê de ku li dijî faşîzmê di oxira şoreşa mirovahiyê de ji bo parastina rûmeta gelan xwe feda kirine, bi minet û rêzdarî bibîr tînin."

'ZÎLAN DI KÊLIYÊN HERÎ KRÎTÎK DE BÛ BERSIVA DÎROKÎ'

Daxuyaniya Fermandariya YJA Starê wiha dewam kir:

"Afrînerê têkoşîna me ya azadiyê ya pêncî salî Rêber Apo, di sedsala 21’emîn de bi xebatên azadiya jinê re nirxên azadiyê ava kir û parastina wê jî bi artêşa gerîla re birêxistin kir. Di dîroka têkoşîna me ya 50 salî de şehîdên me yên qehreman li ser bingeha fêmkirina Rêber Apo re bûne hêza pêkanînê û xeta Rêber APO derxistine zanebûnê, bi vî awayî xeteke çalakgeriyê derxistine holê. Ji ber vê heval Zîlan di kêliyên herî krîtîk ên dîrokê de bi çalakbûna xwe bû bersivek dîrokî û bû perçeyek esasî a xelekên serketinê. Pêşengên me yên mezin Sakîne Cansız, Besê Anuş, Azîme, Berîtan, Berîvan û bi hezaran hevrêyên me sekna nûnertiya milîtaniya Rêber APO bi awayekî herî xweşik, herî sade, herî wêrek, herî bibiryar û herî bawermend derxistine holê û hevrê Zîlan jî bû kombûna nirxên têkoşîna azadiya jinê. Em wek hêzên YJA Starê di pêngava 'Dem Dema Azadiya Rêber Apo' de xwedî li mîrateya xeta milîtaniya fermandar Zîlan derbikevin û teqez bigihêjin serketinê. 

'ŞERVANÊN RÊBER APO LI SER XETA FERMANDAR ZÎLAN JI BAKUR HETA BAŞÛR ŞERÊ HEQÎQETÊ DIKIN'

Di rêveçûna Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de hêzên hegemonîk hewl didin pêşengê xeta azadiya gelan û hêza dînamîk ya esasî ya Rojhilata Navîn yanî tevgera azadiyê tasfiye bikin. Ji ber vê di serî de Serokatiya me dikin armancê xwe. Lê belê di xeta fedaî ya fermandar Zîlan de ji Doxa, Bermal heya Avzem û Arînan, ji şerê serketinê ya Zapê heta Botanê gerîlayên fedaî yên YJA Starê, li ser hişmendî û bîrdoziya Rêber Apo xeta fedaiyan her ku diçe bilindtir dikin. Çawa ku heval Zîlan bi çalakiya xwe bû xwediyê pêngaveke dîrokî û wek milîtaneke jin ji zilamê serdest ku polîtîkayên xistina jinê dida meşandin hesab pirsî; bi vê sekna wêrek bû remza jina serketî. Heman helwesta xeta têkoşîna azadiya jinê di şerê me yê serketinê de, ji Zap heta Metîna, ji Avaşîn heta Xakurkê, ji Serhedê heta Botanê di pêşengtiya jin de tê meşandin. Heval Zîlan a ku egîdiyekî mezin raber kir di heman demê de bû xeta serketinê ji hêla taktîka leşkerî ve jî. Xeta şer a Zîlan xiluqdariya herî dewlemend a pêkanîna şer a herî bi hêz îfade dike. Ji ber vê bi armancê re kîlîtbûn dibe sedem ku mirov tişta herî zehmet jî bibe serketineke herî mezin. Lewra em di dîroka têkoşîna xwe de pêvajoya herî dijwar, herî krîtîk û bi desketiyên xwe ve herî nêzî serketinê dibe. Çawa ku hevrê Zîlan di demên herî zehmet de barê herî giran rakir ser milê xwe, di roja îro de jî şopdarên fedaiyên qehreman, şervanên Rêber Apo jî ji bo ku bigihêjin serketinê di xeta fermandar Zîlan de ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê li hember dagirkeriya dewleta Tirk şerê heqîqetê dimeşînin.

'EM Ê HETA DAWÎ XETA BÎRDOZÎ YA ZÎLAN TEMSÎL BIKIN'

Rêber Apo, çalakiya hevrê Zîlan weke çalakiya herî mezin, herî pîroz û herî encamgir a şerê me yê rizgariya neteweyî pênase dike. Yanî yekbûna armanc û pêkanîna vê yekê pêşiya tarzê herî bi hêz a lêdanê vedike û dijmin tîne beranberî binketine. Çawa ku hevrê Zîlan bi azweriya azadiyê re ji şaristaniya serdestiya zilam hesap pirsî û bû manîfestoya jiyana azad, em jî wek hevrêyên wê bi rêgezên azadiyê re girêdayî bin û wek hêzên YJA Starê berpirsiyartiya vê serdemê rakin û hesap ji dagirkeran bipirsin. Em di wê îddayê de ne ku em ê heta dawî xeta birdozî ya Zîlan temsîl bikin. Wek hêzên YJA Star emê bi terz û taktîkê heval Zîlanve bi çalakiyên xwe ve, derbên mirinê li dagirkeran bidin. Tola êşa gelê xwe, jin û zarokên Kurdistanê ji dagirkeran rakin. Wek hêzên YJA Star bi terzê Zîlan, bi rêxistinkirî û îradeyek mezin, bi pisporî, ji şerê tûnelan heta her çeperekî, bi çalakiyên xwe yên afrînêr, kêliyên ku dijmin qet ne li bendê be vîna jina azad bi terzekî herî bandor nîşanê wan bidin û hesap ji dagirkeran bipirsin. 

Li ser bingehê biryardariya Zîlanbûnê pratîka şerê xwe bimeşînin, di hemû qadan de rol û erka xwe ya pêşengtiyê pêk bînin. Em ê di her şert û mercî de bibin hevrêyên rast ên Zîlan. Wek hêzên YJA Star çawa ku hevrê Sema Yuce bi çalakiya xwe armanca xwe ya biryardariya pêkanîna xeta Zîlan diyar kir, em jî bi biryardariya vî şerî re her kêlî xwe di rastiya fermandar Zîlan de ji nûve ava bikin. Li ser bingeha xeta milîtaniya Zîlan em ê bi felsefeya azadiyê jinê û gelê xwe veguhezînin paşerojeke azad, welatê xwe ji dijmin, jiyana xwe jî ji bermahiyên şaristaniyê rizgar bikin û li ser navê eniya azadiyê ji dîrokê re serketinê mezin diyarî bikin.

'HER GERÎLAYEK MÎNA ZÎLAN E, EM Ê DI ŞER DE BI SER BIKEVIN'

Di şexsê hevrê Zîlan û hemû şehîdên xwe yên fedaî de em hemû şehîdên xwe carekî din bi hezkirin û rêzdarî bibîrtînin. Di salvegera meha şehîdên fedaî de wê hemû fermandar û milîtanên HPG û YJA-Star’ê bi tarzê Zîlan, bi rêgezên jiyan û şer wê tevlî vê pêvajoyê bibin. Em hevrêyên xwe yên li Avaşîn, Zap û Metîna ku bi awayekî ser mirovî li ber xwe didin û hemû hêzên YJA-Star’ê silav dikin. Em cardin destnîşan dikin ku şêweyê jiyana bi rûmet tenê wek Zîlanan şer kirin û jiyankirinê re gengaze. Dijmin çiqasî bêeman êrîş dike bila bike îradeya azadiyê nayê binxistin, nayê paşvebirin û teqez tişta ku wê dîrokê diyar bikexeta zaferê ya Rêber Apo be. Ji ber vê em weke hêzên YJA Star soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku em ê şerê xwe bigihînin serketinê. Em dibêjin dem dema Zîlanbûnê ye. Her gerîlayeke YJA Starê îro fedaiyê Rêber Apo ye. Her gerîlayek Zîlan e. Di vê bingehê de carek din tevahiya şehîdên me yên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minnet bibîr tînin, girêdanbûna bi bîranînên wan re emê xwedî li mîrateya wan derbikevin."