Li Geverê piştî operasyonê çûna zozanan hate qedexekirin

Dewleta Tirk operasyona li qada Astenga Reş a Gevera Colemêrgê bi dawî kir û çûna zozanên herêmê pênc rojan qedexe kir.

Li qada Astenga Reş a di navbera gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ya Geverê di 26’ê Hezîranê de operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin.

Wesayîtên zirxî yên leşkerî, helîkopter, kepçe û dozer tevî leşkeran hatin vekişandin.

Lê leşkeran ji gundiyên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ragihandin ku wan çûna zozanan heta 5 rojan qedexe kirine.

Di ema operasyonê de 13 kes hatibûn destgîrkirin û di 26’ê Hezîranê de êvarî piştî îfadeya wan a li Fermandariya Jendirmeyan a Geverê 11 kes hatibûn berdan.

Îfadeya Bîrhat û Behçet Engudar jî di destê sibehê de hate stendin. Tê payîn piştî stendina îfadeyê wê sewqî dadgeriyê werin kirin.

Hate diyarkirin ji ber ku şivan û gavan hatine destgîrkirin jî nêzî 5 hezar pez û dewar winda ne û ji ber çûna zozanan hatiye qedexekirin, gundî nikarin biçin li heywanên xwe bigerin.