Çalakiyên ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê: 26 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyan dewam dikin. Di çalakiyan de 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek, konekî leşkerî, çeperek hatin îmhakirin, mobesseyek jî hate desteserkirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin: "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi rengê fedaîtiyê şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyên berfireh lidar dixin. Di encama çalakiyên hêzên me de ku bi ruhê milîtaniya Apoyî pêk anîn, 26 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse, konekî leşkerî û çeperek hatin rûxandin, sîstemeke kamera ya mobesse jî hate desteserkirin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan û çalakiyan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

23'ê Hezîranê saet di 03:00 de sîstema kamera ya mobesse ku artêşa Tirk a dagirker li derdora Girê Şehîd Şahan bi cih kir hate îmhakirin. Heman rojê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Şahan ji aliyê tîmên me yên nîv bi tevger ve ji du baskan ve çalakiyên sûîqestê û bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

24'ê Hezîranê saet di 13:00 û 15:00 de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Karker hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin. Heman rojê li qada Ermûşê bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Botan hate xistin.

26'ê Hezîranê saet di 08:45'an de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

26'ê Hezîranê li qada Girê Şehîd Kamûran sîstemeke kamera mobesse ya artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

25'ê Hezîranê li quntara Kanî Biyê li dijî komek ji dagirkeran ku tevdigeriyan, tîmên me yên gerîla yên bi tevger saet di 18:00 de bi çekên ferdî û bombeyan çalakî kirin, mîna birûskê lê dan. Di encama vê çalakiyê de ku bi ruhê êrişê yê bilind hate kirin 6 dagirker hatin cezakirin.

26'ê Hezîranê saet di 08:10'an de bi çekên giran li dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê hate xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

25 û 26'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, hêzên me sê caran bi çekên giran çalakî kirin, lê dan.

25'ê Hezîranê saet di 13:40'î de tîmên me yên bi tevger, dagirkerên ku dixwestin li derdora Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibin xistin bin kontrola xwe û piştre ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî kirin. Baskê destpêkê bi çekên ferdî li dagirkeran xistin û 2 dagirker ceza kirin, sîstemeke kamera ya mobesse jî îmha kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî derbên giran li komeke ji dagirkeran xist û 4 dagirker ceza kir û konekî leşkerî jî îmah kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ber bi tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî ve bi pêş ve biçe. Piştî ku di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di 26’ê Hezîranê de saet di 15.15’!an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve werin, bûn hedefa hêzên me yên YJA Starê. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 15.30’an de jî dema dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer bikin, bi taktîka sabotajê li wan hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Saet di 19.45’an de jî dagirkeran dema xwestin ji helîkopterê leşkeran deynin qadê, bûn hedefa hêzên me. Dagirkeran dîsa hewl dan ber bi tunelên şer ve werin lê hêzên em bi sûîkastê li wan da û dagirkerek hate cezakirin.

Di 27’ê Hezîranê de saet di 05.00’an de hêzên me dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistine bin kontrola xwe û li wan dan. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên ku artêşa TC’ya dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

Di 25 û 26’ê Hezîranê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Berxwedan û Şikefta Birîndara 24 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bombekirin. 

Êrîşên ku artêşa TC’ya dagirker bi helîkopterênên êrîşê û balefirên şer kirine;

Di 24’ê Hezîranê de qadên Girê Şekîf, Geliyê Çilûçar, Geliyê Lolanê û Girê Şehîd Akîf ên Xakurkê bi obus û hawanên ku ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin, hatine bombekirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ketiye û şewat didome. 

Di 25’ê Hezîranê de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin û 4 caran jî bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 25’ê Hezîranê de qaên Çemço û Koker ên herêma Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin û 3 caran jî bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 25 û 27’ê Hezîranê de Qada Girê Ortê ya herêma Metînayê bi obusên ji baregeha TC’yê ya li Kanî Masiyê hatine bombekirin. Di 26’ê Hezîranê de jî bi obusên ji qereqolên li ser sînor ên dora Girê Hekarî hatine bombekirin.

Di 26’ê Hezîranê de qadên Saca, Şehîd Şahîn, Girê Cûdî û Girê Fm ên herêma Zapê bi dehan caran bi helîkopterên êrîşê û bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin û 7 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.”