Dadgeriya Tirk careke din xwedî li kujerê Sîncar derket

Daxwaza girtina kujer Cîhan Yildiz ê Hîzbûllahî careke din hate redkirin.

Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li sûka Êlihê hatibû qetilkirin.  Doza derbarê kuştina Sîncar de berdewam dike. Danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 6’emîn pêk hat. Doz ji aliyê hevjîna Mihemet Sîncar Cîhan Sîncar, birayê wî Alî Sîncar, parêzerên wî Serhat Eren, Mehdî Ozdemîr, Şaneşîn Aydin û Abdullah Zeytun ve hate şopandin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, hevserokên Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan jî tevlî rûniştinê bûn.

Di danişînê de ku parêzerê kujer Cîhan Yildiz amade bû û bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) a ji Êlihê ku ew jî lê dijî tevlî bû, parêzerê malbata Sîncar Serhat Eren diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê dîroka qirkirinên siyasî û kiryar nediyar e.

Eren anî ziman ku ev cînayet ji aliyê hêzên di nava dewletê de hatiye kirin û wiha got: "Vê kevneşopiyê di salên 90'î de li navçeyên Kurdan dewam kir. Ev pêvajo li derdora Tansû Çîller û Mehmet Agar hate meşandin. Di wan salan de 13 rojnamevan hatin qetilkirin, ev hejmar ji hejmara rojnamevanên ku di dîroka komarê de hatine kuştin zêdetir e. Di nav de rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan 20 hezar cînayetên kiryar nediyar pêk hatin. Ev pêvajo bi taybet piştî daxuyaniya Tansû Çîller ku digot, 'Em yên ku alîkariya didin PKK'ê nas dikin, lîste di destê me de hene' zêdetir bû."

Eren da zanîn ku Mehmet Sîncar endamê Meclîsê bû, lê Meclîsê der barê cînayetê de tiştek nekir û got, "Helbet ji ber ku Mehmet Sîncar Kurd e wiha bû."

Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar jî got, "Bi salan e em li vê dadgehê li benda edaletê ne."

Birayê Sîncar Alî Sîncar jî diyar kir ku dixwazin kujer bê girtin.

Bersûc Cîhan Yildiz îdia kir ku cînayet ji aliyê kesên îtîrafkar ve hatiye kirin û ti eleqeya wî bi bûyerê re nîne.

DADGEHÊ HEMÛ ÎDDA RED KIR

Dadgehê girtina bersûc Cîhan Yildiz, guhdarîkirina li Kûtlû Savaş, yekkirina doza li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 4'emîn û bendemayina li encama heman dozê red kir. Rûniştin jî ji bo 12'ê Kanûnê taloq kir.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan Ebru Gunay der barê mijarê de li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û got, "Dev jê berdin ku cinayet bê ronîkirin dadgehê ji bo berfirehkirina lêpirsînê jî tu gav neavêt."

Gunay ev tişt anî ziman: "Her kuştina kiryar nediyar hûn li aliyê kujer in û hûn qatilan diparêzin. Hûn berpirsiyar in. Dema rastî derkevin holê, hûnê hesabê hemû gelan bidin. Bêguman wê desthilatdarî berdêla vê yekê bide. Malbata wî dev ji lêgerîna heqîqetê berneda. Em jî hevrêyên Mehmet Sîncar tu carî tawîzê nadin lêgerîna heqîqetê. Ne 29 sal zêdeyî 31 salên din, em ê her roj bên van salonên dadgehan û hesab ji kiryaran bipirsin. Ji bo ku rastî û tarî her roj derkeve holê em ê hesab bipirsin û têbikoşin."

Piştî Gunay hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar jî axivî û got: "Mixabin heta niha Meclîsê ji bo Mehmet tiştek nekiriye. Dadgeh tenê henekê xwe bi me dikin, ne ew bi wan bawer dikin ne jî em bi wan bawer dikin. Sûcê wî tenê ew bû ku kurd bû û li cem gelê xwe bû."